'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'

img
EDENE - Rêxistina Partiya Çepgir a Kesk a Edenê, di serî komir xwest ku dema terikandina sotemeniya fosîlê bê aşkerakirin. 
 
Rêxistina Partiya Çepgir a Kesk a Edenê, derbarê krîza avhewayê de li Parqa Abîdîn Dîno bi dûrişmeya "Ji bo jiyan ji bo ekolojiyê bikeve tevgerê" daxuyaniyek da. Rêveberê Partiya Çepgir a Kesk a Navçeya Çûkûrovayê Yaşar Gokoglû, qala bobelatên ku ji ber krîza avhewayê çêdibin kir û ev tişt got: "Sedema van hemû rewşên awarte yên avhewayê û bobelatên ku pêk tên mezinbûna bêsînor û qezenca bêsînor a qapîtalîstan e." Gokoglû, bi lêv kir ku hatiye diyarkirin wê ji aliyê Tirkiyeyê ve Peymana Avhewayê ya Parîsê bê îmzekirin û ev tişt anîn ziman: "Îmzekirina peymanê baş e lê divê bê zanîn ku derengmayî ye. Ji roja ku peyman hatiye îmzekirin ve bikaranîna komir û petrolê li seranserê dinyayê zêde bûye. Di serî de komir divê demildest bê aşkerakirin ku wê kîngê sotemeniya fosil bê terikandin."