Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê

img
WAN - Li hin cihên Gola Wanê av nêzî du kîlometroyan kêm bû. Piştî vekişîna avê qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê. 
 
Bi hişkesalî û germbûna kurewî re li Gola Wanê li hin cihan nêzî 2 kîlomteroyan av kêm bû yanî av vekişiya. Piştî vê kêmbûna avê qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê. Van lodên çopê ku derketin holê di heman demê de tenduristiya mirovan jî dixe talûkeyê. Heta niha saziyên rayedar wê çopê ango qirêjiyê paqij nekirine û bêhn pîs jê belav dibe. 
 
ÇOP NEHATIYE PAQIJKIRIN 
 
Ava 12 newalan diherike golê. Ji ber ev rûbar ango newal nayên paqijkirin, her tim qirêjî pê re diçe nava golê. Gelek tişt û miştên kêrnehatî, wek lastîkên wesayîtan, şûşeyên plastîk û cam, poşet, naylon, paçik li ser van sergoyan hene. Heta niha ne ne Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ne jî Şaredariya Navçeya Tuşbayê ya AKP’yî vê çopê paqij nekiriye.