Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma

img
RIHA - Ji ber qenala avê ya ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de anîn Pirsûsê, 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma. Nijtecihên herêmê, diyar kirin ku hatina avê ji feydeyê zêdetir, zirar daye wan û banga pêşîlêgirtina vê rewşê kirin.
 
Bi armanca rakirina newekheviyên di navbera herêman de, di 27’ê Cotmeha 1989’an de, bi biryara Lijneya Wezîran, Projeya Anatoliyê ya Başûrê Rojhilat (GAP) ket meriyetê. Vê projeyê ji wê rojê û vir ve gelek rewşên neyînî bi xwe re anîn. 
 
Li Deşta Pirsûsê ku li herêmê qada çandiniyê ya herî bi berekete, gelek qad ji ber qenalên avê di bin avê de man. Qadên ku dibin avê de man, veguherîn herêmên qamîş û li gelek qadan jî, goristan dibin avê de man. Dema ku av bi ser rûyê erdê dikeve zirarê dide xaniyan û pembû, darên fisteq û hinarên li herêmê şîn dibin jî hişk bûn. Li hemberê vê yekê tedbîr negirtin, gelê herêmê dixe nava fikar û gumanên mezin. 
 
AVA BINÎ RABÛ
 
Ji niştecihên herêmî Vahît Akgul, diyar kir ku ev pirsgirêk ji ber qenalên derxistinê nehatine vekirin derketiye holê. Akgul, da zanîn ku nêzî 40 salan Deşta Pirsûsê bê av hat hiştin û wiha axivî: “Dema ku av hat herêmê, çotkaran ne dizanîn wê çawan avdanê bikin. Ji ber vê yekê, avdanek bejî hat kirin. Ji ber vê dema ku gelek av çû binê erdê, ava binê erdê rabû. Bergiriya vê jî vekirina qenalên valakirinê bûn. Lê muteahhîtên ev proje çêkirine, proje hem kêm, hem jî şaş çêkirine. Ji ber vê qenalên valekirina avê çênekirine. Ji ber vê, av ji cihê herî nizimjî derket ser rûyê erdê.” 
 
20 HEZAR DONIM DIBIN AVÊ DE MA
 
Akgul, anî ziman ku ji ber avên derketin ser rû yê erdê golên biçûk û qadên qamiş ên mezin çêbûn û wiha pê de çû: “Gundên weke Buyuksergen, Kuçuksergen, Ekîlî, Uçpinar, Kizilhuyuk û nêzî 20 gundan dibin avê de man. Li Pirsûsê jî, 20 hezar donim erdê çandiniyê dibin avê de ma. Vê rewşê bi xwe re hişkeberî anî. Li gelek herêmên hatin çandin jî hilberîn tuneye. Qenalên valekirinê yên ku divê di 5 salan de bi dawî bibin, wisa xuya dike ku dê heya 10 salan dewam bike. Ger rewş wisan dewam bike, hemû deşt wê hişkeber bibe.”
 
XIZANTΠBI XWE RE ANΠ
 
Akgul, projeya GAP’ê bi bîr xist û wiha bilêv kir: “Di gotin wê di çarçoveya projeya GAP’ê ya li Deşta Pirsûsê de, 200 hezar kes kar bikin. Dev ji kar berdin, xwediyên erdan jî, niha weke karkerên demsaliyê diçin bajarên cuda dixebitin. Mixabin her tişt berevajî bû. Vê rewşê xizantî bi xwe re anî. Darên fisteq û hinaran jî ji ber ava zêde hişk bûn. Av bi lez ji bakur ber bi başûr ve diçe. Biçin li navenda bajêr mêze bikin, niha dibin nexweşxaneyê de, av bi 20 pompeyan tê kişandin. Ji ber ku di jêrzemîna Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê de av kom dibû, neçar man ku hilweşînin. Derbarê vê yekê de gelek fikarên me hene. Dewlet jî tiştekê nake.”
 
LI HERRANÊ 80, LI PIRSÛSÊ 280 TL
 
Akgul, dest nîşan kir ku li Pirsûsê, ji bo avdanê serê donimê 280 TL didin û wiha hirsa xwe anî ziman: “Lê li Herranê 80 TL tê dayîn. Di navberê de ferqek pir zêde heye. Ev cudahî ji ber paşeroja siyasî û pozîsyona Pirsûsê ye. Yanî li herêmê pergaleke talan û dizîtiyê heye. Êdî rewş wisan bûye, cotkar ji gelek pirsgirêkan aciz bûne. Dihat gotin ku ‘dema av bê Deşta Pirsûsê, wê alozî biqedin û asta refahê bilind bibe.’ Lê bi avê re, hem tengasî, derd û nexweşî zêdetir bûn.”
 
JI FEYDÊ ZÊDETIR, ZIRAR DA
 
Şukru Bînîcî jî, diyar kir ku pembûyê me ji ber vê rewşê bi awayekî neyînî bi bandor bû û wiha axivî: “Hilberîna pembû kêm bû. Tenê salekê pembû baş bû. Wisan xuya dike ku ev rewşê dê dewam bike. Îsal me du caran pembû çand. Cara yekemîn ji ber ava binê erdê hişk bû û cara duyemîn jî qet mezin ne bû.”
 
Bînîcî yê ku zeviya darên hinaran nîşan da, wiha got: “Va ye hûn dibînin hilberînek baş tuneye. Av tiştek ne pir xirabe. Lê ji ber ku qenalên valekirinê tuneye, av derdikeve ser rûyê erdê. Va ye hûn bi xwe bi çavê xwe dibînin. Giyayê di nava darên hinaran de, bûye weke darastanan. Ji ber ku dibinî de av heye. Em nikarin ajotinê bikin. Bi kurtasî, hatina avê ji feydê zêdetir zirar da gel.”
 
Bînîcî, herî dawî xwest ku qenalên derxistina avê û qenalên avdanê di zûtirîn dem de bên çêkirin.
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can