Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin

img
DERSIM – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bertek nîşanî faliyetên madenê yên di hundirê Parka Millî ya Munzurê de ku destûra wê hatiye dayîn, dan û gotin ew ê destûr nedin talana vê mîrasê. 
 
Li gundê Otlubahçe yê navçeya Pulura Dersimê ku tê diyarkirin li Parka Millî ya Mûnzûrê ye dest bi xebatên kana sifirê hatiye kirin, parêzvanên jiyana xwezayî yên li bajêr rakir ser piya. Welatiyên bajêr ku di nav wan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî di nav de hene, piştî ku agahiya şîrketa madenê ya kesê bi navê Savaş Sertkaya li nêzî gund dest bi xebatê kiriye, li navenda navçeya Pulurê kom bûn û bi wesayîtên xwe xwestin biçin gundê Otlubahçeyê. 
 
Leşkeran şandeyê bi rê de sekinand û bi hêceta “herêma ewlehiya taybet e” asteng kir. Piştî hevdîtinên hatin kirin ji şandeyê çend kes wek nûner çûn wê deverê. Komek ji 7 kesan ku di nav wan de Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê Îbrahîm Kasun û parêzer Bariş Yildirim jî hebûn, çûn herêma ku karê madenê lê hatiye destpêkirin. Şandeya ku piştî lêkolînên li herêmê vegeriya û daxuyanî da.
 
BEDEWIYA BAJAR TÊ TUNEKIRIN
 
Hevserokê HDP'a Dersimê Îbrahîm Kasun diyar kir ku xweza ji bo berjewendiya kapîtalîzma hov hatiye tinekirin û wiha got: “Li cihên ku mudaxileyî xwezayê tê kirin, ekolojîk xera bûye. Yek ji van erdnîgariyên Dersimê ye û belkî jî yek ji ekosîstemên herî baş heta roja îro hatiye parastin. Lê niha şîrketên madenê çavê xwe berdane Dersimê. Ev bajarê xwedî bedew, mixabin fîrmayên madenê bi hovîtî mudaxele li vir dikin, xweza û daristanan talan dikin. Em ê ti carî rê nedin ku li vir bê destûrek yasayî wêrankirina jîngehê çêbibe.” 
 
GILÎ HATIYE KIRIN 
 
Parêzer Bariş Yildirim jî detnîşan kir ku wan derbarê meseleye de li Serdozgeriya Pulurê gilî kirine. Yildirim got li ser vê serlêdanê makîne hatine sekinandin û divê demildest makîneyên karj i herêmê werin derxistin. Yildirim got: “Me her tim mîrata çandî ya Dersimê parastiye û em ê biparêzin. Em ê tu carî nehêlin ku ev mîrateya me were tunekirin.”