DERSIM - Gundê Xezko yê Pulurê ku di salên 90'an de hatibû şewitandin û xerakirin û paşê wekî herêma "ewlehiyê" hatibû îlankirin, niha jî bi gefên şîrketa madenê re rû bi rû ye. Gundiyên ku ev çend salin tenê havînan tên gundên xwe, qada madenê naxwazin.
Şîrketa madenê ya kesê bi navê Savaş Sertkaya li gundê Xezko yê navçeya Pulur a Dersimê, di çarçoveya lêgerîna "madena sifir"ê de bêyî destûrê ji gundiyan û Midûriyeta Daristanê bigire, dest bi çêkirina sondajê kir. Gundiyên ku rojek bi şûn de bi sondajê hesiyan, di 17'ê Gulanê de vê xebata bêdestûr ragihandin Midûriyeta Daristanê û li Serdozgeriya Komarê ya Pulurê giliyê şîrketa madenê kirin.
SIYANUR
Li qada ku xebatên ji bo lêgerîna madenan tên kirin gundê Deasurê, Xezko, Balîqan, Nenko, Remko û Qolcû û gelek mezrik hene. Her wiha ava ji Çiyayê Êelmik Baba diherike robarê Xezkan û Reşo, berê xwe dide Geliyê Mûnzûrê. Ger li herêmê qada madenê bê çêkirin, dê ava bi siyanur biherike Geliyê Mûnzûrê.
Gundê Xezko, di sala 1994'an de bi hinceta "ewlehiyê" hatiye şewitandin û xerakirin û niha jî bi xetereya lêgerîna madenan re rû bi rû ye. Şêniyên wê ku niha li navenda Pulurê ne, tebnê havînan tên gundê xwe. Welatiyan anîn ziman ku ger lêgerîna madenan bidome, dê gundê wan bi temamî ji holê rabe. Gundiyan destnîşan kir ku ew projeya madenê naxwazin û xwestin her kes li ber vê projeyê rabe.
'EM NAXWAZIN'
Keyayê Xezkoyê Celal Sayili, anî ziman ku piştî xebatên sondajê hatine destpêkirin bi rojekê pê hesiyane. Sayili, diyar kir ku xebatên sondajê bi qaçaxî hatine kirin û ger şîrketa madenê destûrê ji Midûriyeta Daristanê bigire dibe ku xebat cardin dest pê bikin. Sayili got: "Gava em çûn cihê sondaj lê dihat çêkirin, ji me re gotin 'Xanî xera bûne, kes li gund najî.' Rast e, kes li wir najî, lê ew der gundê me ye. Erdên li wir hemû bitapo ne û em her havîn diçin gundê xwe. Tê gotin dê di dema jihevveqetandina madenan siyanur bê bikaranîn. Her kes hay ji texrîbata ku dê rû bide heye. Ev gund carekê zirar dîtiye, lê em naxwazin careke din zirar bigihê. Ji bo em careke din mexdûr nebin, divê her kes li ber lêgerîna madenan rabe."
‘GER GUNDÊ ME JI HOLÊ BÊ RAKIRIN EM Ê BIMIRIN'
Serokê Komeleya Gundê Xezkoyê Alî Şîmşek (72) anî ziman ku ev çend salin cardin diçe gundê xwe û li gund mêşvaniyê dike. Şîmşek got: "Gava dets bi lêgerîna madenan bê kirin em ê hew karibin biçin gundê xwe. Dê gundê me jehrî bibe, nemîne. Ger gundê me ji holê bê rakirin em ê bimirin. Gorên me û nirxên me li wir in. Kîjan edalet, kîjan wijdan dixwaze ew der tune bibe? Em ê çawa qebûl bikin? Em madenê naxwazin. Çi ji destê me bê em ê bikin."
Şêniyê gund Hidir Sayili jî anî ziman ku qada madenê ya tê xwestin bê çêkirin ne ya sifir e, ya zêr e. Sayili, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ku êrişî xwezaya wan bê kirin û got: "Herêma me di heman demê de qada heywanên kovî ye û gelek nebatên endemîk lê hene. Gelek daristan lê hene û niha tê xwestin tune bikin."
TÊKOŞÎN
Sayili, bang li her kesî kir û got: "Bila kes me bi tenê nehêle. Em dizanin ev têkoşîn têkoşîneke dûr ûd irêj e. Em çi qasî zêde bin, em ê ew qasî zora wan bibin. Ev êrişî hemû xwezayê dikin. Dê li ber çavên her kesî xwezaya me qir bikin û dê 20 sal bi şûn de ava vexwarinê jî bi dest mirovan nekeve. Ne xema wan e, zêr e, sifir e çi ye dê derxin û biçin. Dê axeke bejî, bê ruh bihêlin û biçin. Îja 20 sal şûn de em ê çi bikin? Lewma divê em bi tevahî li ber vê rabin."
MA / Cengîz Ozbasar