Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe

img
DÊRSIM - Gola Xizir ku li çiyayên navçeya Mazgêrt ên di bilindahiya hezar û 400’an de ye, bi xwezaya xwe ya bêhempa, hiş ji serê mirovan dibe. 
 
Gola Xizir a li gundê Sindam ê girêdayî navçeya Mazgêrt a Dêrsimê, di nava Çiyayên Mazgêrt û Çiyayê Asîl Baba de cih digire. Gola ku di bilindahiya hezar û 400’an de ye, bi xwezaya xwe ya bi heybet re hiş ji serê mirovên dibînin dibe. Gola Xizir ku malovaniya gelek cûreyên sewal û nebatan dike, nêzî 2 qadên futbolê mezin e û 3 mîtroyan jî kûr e. Kesên ku gola bi germahiya biharê bi temamî bi beybûnan xemilî dibînin, hiş ji serê wan diçe û heyran dimînin.