AMED - Ekolojîst Guner Yanliç diyar kir ku bi hilweşandina xwezayê ya bi hinceta “ewlehiyê” xistin dewrê bêdaristan û bêmirov hiştinê armanc dikin û xwest ku dest ji vê polîtîkayê berdin.
Hilweşandinên ekolojîk ku li bajarên kurdan tên kirin, bi çêkirina bendav, qereqol û şewatên daristanan ên di bin navê “ewlehiyê” de her ku diçe kûrtir dibe. Mînaka herî dawî ya hilweşandina ekolojîk a li herêmê qewimî jî bû birîna daran a Zozanên Şenê yên nêzî meheke didomin. Li herêma Zozanên Şênê ku tev li sînorên Mûşê hate kirin ji aliyê leşker û cerdevanan ve gelek dar hatin birîn. Ekolojîst Guner Yanliç ê têkildarî tahribata ekolojîk ku li bajarên kurdan xistin meriyete axivî bi lêv kir ku tişta te xwestin were kirin “bêdaristan” û “bêmirov hiştine”.
‘DARISTAN JI ALÎGIRAN RE WEKE RANT TÊ VEKIRIN’
Yanliç, bi lêv kir ku desthilat li ser navê ku alîgirên xwe dewlemend bike destûrê dide birîn û talankirina darên xwedî wesfê daristanê û got: “Di operasyonên derveyî sînor de jî talankirina daristanan didome. Qismekî qadên daristanê yên hevpar ji alîgiran re weke rant tê pêşkeşkirin. Bi milyonan darên ku her yek ji wan ekosîstemeke tên birîn û firotin.”
‘ARMANCA ESAS BÊMIROV HIŞTIN E’
Yanliç, dazanîn ku îlankirina “Herêmên Ewlehiyê yên Taybet” ku li bajarên kurdan xistine dewrê hincet in û wiha berdewam kir: “Li qadên ku weke qedexe tên îlankirin weke çêkirina qereqol-kalekol, operasyon û pevçûn were diyarkirin jî armanca esas ‘bêdaristan’ û ‘bêmirov hiştine’. Ev rewşeke ku li dijî hemû zîndewaran şer hatiye îlankirin e.”
‘BÊCEZATÎ PÊŞIYÊ LI KOMKUJIYAN VEDIKE’
Yanliç, destnîşan kir ku ji ber operasyonên di çarçoveya polîtîkayên şer di serî de li Amed, Dêrsim, Bedlis û Mûş li bajarên kurdan tên kirin de bi hezaran donim erd şewitiye û wiha pê de çû: “Gulebaranên li herêmên ku weke Herêmên Ewlehiyê yên Taybet tên kirin, dibin sedemên şewatan. Gelek şewat, bi heftane didomin. Destûr nadin ku gel an jî rêxistinên sivîl şewatan vemirînin jî. Her sal bi hezaran hektar erd dişewite. Ji berk u li qadê lêkolînên pêwîst nayên kirin, doz jî nikarin bên vekirin. Ev rewşa bêcezatiyê jî dibe sedemên zêdebûna rewşên wisa.”
Yanliç, bal kişand talankirina daristanên li Zozanên Şênê bi destê esker û cerdevanan çêdibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zozanên Şênê qadeke xwezayî ku were parastin e. Şewatên ji salên 90’î ve her sal bi awayekî rêkûpêk hatine derxistin bi hezaran gundî dan koçkirin. Bi milyonan dar û zindiyên daristanê jiyana xwe ji dest didin.”
Yanliç, bi lêv kir ku êrişên pergalê totalîter in û wiha berdewam kir: “Polîtîkaya netew dewletê ya sedsalên dawî de hate avakirin, di bingeha yekperestiyê de ye. Di yekperestiyê de divê ziman, ol, netew heta cure bên qirkirin. Ji ber vê yekê divê di 50 salên dawî de di serî de bendav, bi hêcetên ewlehiyê gel ji herêmê tê koçkirin.”
‘JI BO JIYANEKE BÊ ŞER DIVÊ BÊ XEBITÎN’
Yalniç, bal kişand ku ji bo daristanên li herêmê tên şewitandin û birîn hişmendiya “ewlehiyê” hatiye afirandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gelek cihan şewatên cihên diyar tên rojevê. Ev şewatên li van deran û bendavên ewlehiyê wê di cîhanê de bandorê li qeyrana avhewayê bike û kûrtir bike. Daristan rêya derketina ji qeyrana avhewayê ye divê bên parastin. Malovaniyê ji hezaran cureyan re dike û ev hezar em jî di nav de ji bo jiyana zîndewaran xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Bi kêmbûna cihêrengiya cureyên di xwezayê de, ew ê bibe sedem ku cureyên din di asta gerdûnî de bandor bibin. Divê dest ji hişmendiya netew dewleta di bingeha yekperestiyê de ye, polîtîkayên tahrîbatê û talana bi bingeha karekî zêde bê berdan. Divê ji bo jiyaneke bêşer û demokratîk ku xweza û mirov li hev dikin bê xebitîn.”
MA / Mujdat Can