Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e

img
 
ÊLIH - Ekolojîst Ridvan Ayhan diyar kir ku ji ber neberpirsyariya rayedaran, petrola ham tevî Çemê Êlihê bûye û wiha got: “Cihê ku av lê derbas dibe boru bi cih kirine. Ev yek xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e. Divê rayedar dev ji xeletiyên xwe berdin.” 
 
Şîrketa Anonîm a Xetên Boruyan û Veguhestina Petrolê (BOTAŞ), xetên boruyên petrolê di nava Çemê Êlihê de derbas kirine. Di 13’ê adarê de boruyên petrolê qul bûn û petrol tevî ava çem bû. Cihê ku petrol ji ber çûy, nêzî çavkaniyên avê ne. Li devera Kum’ê ku dikeve navbera bajarokê Girêsîra û gundê Mîrzabeyê, boruyên petrolê qul bûn û petrol ji ber çû. Şêniyên ku hay ji rewşê bûn, rayedar di mijarê de serwext kirin. Li ser vê yekê tîmên BOTAŞ’ê li herêmê hatin veguhestin û rayedarên Walîtiya Êlihê û Şaredariya Êlihê jî hatin cihê bûyerê. Piştî ku rayedar hatin cihê bûyerê, vana hatin girtin. Rayedarên şaredariyê xelkê gundên nêzî herêmê hişyar kirin ku ava kaniyan venexwin. Hat ragihandin ku dê berê avê were guherandin û boruyên ji nava çem derbas dibin bên tamîrkirin. Lê belê heta niha jî dest bi çêkirina boruyan nehatiye kirin. 
 
QIRKIRINA XWEZAYÊ
 
Ekolojîst Ridvan Ayhan diyar kir ku tu îzaheteke derbaskirina xetên boruyên petrolê ya ji nava Çemê Êlihê û qadên jiyanê nîne û ev tişt anî ziman: “Bêhna petrolê li deverên 2 kîlometreyan dûr jî belav bûye. Petrol, xetereyeke mezin li ser jiyana zindiyan çêdike. Bajarê me bi qirkirineke xwezayê ya nû re rû bi rû ye. Di demên berê de jî petrol tevî ava vexwarinê ya li gundê Terraş ê Sasonê bûbû. Çemê Êlihê li qadeke pir firehe. Li vir pir zêde petrol ji ber çûye. Petrola tevî avê dibe, diherike hewzaya Heskîfê. Paqijkirina avê ya li vê derê pir zehmet e. Divê tavilê mudaxile were kirin. Boruyên petrolê di nava çeman de tên derbaskirin û xetereyeke mezin li ser jiyana zindiyan çêdikin. Ev yek nîşaneya neberpirsyariya rayedaran nîşan dide. Çi wateya bicihkirina madeyên wiha jehrî li deverên nêzî avê heye? Çima ewqas dijminatiyê li xwezaya Êlihê dikin. Di demên berê de jî petrol ketibû nav ava vexwarinê ya Sasonê û rewşeke mîna rewşa niha derketibû holê.” 
 
BILA XETA BORUYÊ JI WIR VEGUHÊZIN
 
Ayhan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê xeta boruyan were veguhestin. Ava vexwarinê ya xelkê bajar ji vî çemî tê pêşwazîkirin. Divê çi xetere li ser vî çemî nebin. Dibe ku ev boru di carekê de biteqe. Xwedê dizane bê ka boruyên çend sala ne. Cihê ku av lê derbas dibe boru bi cih kirine. Ev yek xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e. Divê rayedar dev ji xeletiyên xwe berdin. Kesên ev boru li vir bi cih kirin divê hesabê bidin. Banga min ji bo rêxistinên ekolojiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî ew e ku li dijî van talûkeyan têbikoşin.”