Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn

img
MÛGLA - Li gundên Deştîn û Bayirê ji bo kesên ku li dijî kargeha çîmentoyê ya çêkirina wê didome li ber xwe didin cezayê trafîkê hate birîn. 
 
Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya ku diçe kargeha çîmentoyê ya li gundên Deştîn û Bayir ên Muglayê hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de berdewam dike. Gundiyên ku destûrê nadin qazana klinker û firinê derbas be, li herêma Bayir kon vedan û nahêlin kamyon derbas bibin. 
 
Leşkerên ku berxwedaan gelê herêmê asteng dike jî ji welatiyên ku ji bo piştgiriyê tên û gundiyan re cezayê trafîkê birîn. Tîmên trafîkê yên cendermeyan ên ji roja ewil ve nexwestin wesayît li kêleka rê bên parkkirin, li wesayîtên li herêmê heta hezar û 300’an cezayê trafîkê birîn. Welatî wê îtîrazî cezayê ku bi hincetên hişyariyên hêzên ewlehiyê nehatine guhdarkirin û li kêleka rê nayên parkkirin hatiye birîn bikin. 
 
Tîmên trafîkê her tim li herêmê digerin û hişyariyên xwe didomînin. Welatî jî bi biryar in ku çalakiya xwe ya nobetê bi dawî nekin. Gundiyên ku dixwazin ruxseta ji bo kargehê hatiye dayîn bê betalkirin û birêvebirin bê rawestandin, nobeta xwe didomînin.