Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn

img
ŞIRNEX - Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo balê bikişîne ser talankirina xwezayê, di çarçoveya kampanyaya “Bi şitlekî xwedî li jiyanê derkeve” de li Baxçeyê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê şitil danîn. 
 
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê bi mebesta balê bikişîne ser talankirina xwezayê, li Baxçeyê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê yê li herêma Warê Mergê şitil danîn. Beriya danîna şitlan, daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî darekî biçîne, jiyanê şîn bike” hate vekirin. Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Firat Şenbayram di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de hemû dewlemendiyên herêmê hatin tunekirin. Em jî ji bo ku xwezayê jinûve şîn bikin hatin vê derê. Dibe ku em niha nekarin li deverên ku talana daran lê tê kirin şitlan deynin, em nikarin li Gabar û Cûdî şitlan danîn lê dema ew herêm hatin rizgarkirin, dê li wan deveran jî deynin. Em, polîtîkaya qirkirinê ya dewletê red dikin. Tevî hemû astengkirinên dewletê jî em ê kampanyaya xwe bidomînin.” 
 
Piştî axaftinan jî şitil hatin danîn. 
 
Sazî, partî û kesên tev li çalakiyê bûn ev in: “Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Kakerên Şoreşger (DÎSK), Tarim Orkam Sen, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek ekolojîst.”