Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne

img
MELETÎ - Şêniyên gundê Memûrêkê ku li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezaya herêmê Platforma Piştevaniyê ya Memurekê ava kirin, 8 roj in di nobedê de ne. Şêniyên gund dixwazin kavilên li nêzî wan hatine rêtin bên rakirin û dawî li talankirina xwezaya herêmê bê.
 
Li Meletiyê piştî erdhêjê rakirina kavilan berdewam dike. Kavilên Meletiyê di destpêkê de li herêma Memurekê ku 16 gund lê hene û Kampûsa Zanîngeha Înonuyê ya li navçeya Batalgaziyê hat rêtin, lê piştî ku şeniyên gundên Memurekê li dijî vê yekê rabûn, rêtina kavilan hat sekinandin û niha jî kavil li goristana bajêr a li navçeya Yeşilyurtê tên rêtin. Lê tevî ku li herêma Memurekê 16 gund hene jî, kavilên ku hatine rêtin nehatine rakirin û ew kavil dibin sedema nexweşiyan. Debara şeniyên herêmê li ser çandiniyê ye û ev kavil ji bo çandiniyê dibin sedema xetereyan. Her wiha li herêma Memurekê 5 sal berê kana keviran hat avakirin û 2 sal berê jî santrala enerjiya roje hat avakirin. Şeniyên gundên Memurekê ji ber talankirina xwazayê bi bertek in. 
 
Piştî ku kavil li nêzî herêm Memurekê hatin rêtin şeniyên gund li dijî vê yekê rabûn û pêşî li rêtina kavilan girtin. Lê şeniyên herêmê dixwazin kavilên hatine rêtin bên rakirin. Ji ber ku kavilên hatine rêtin dibin sedema nexweşiyan şeniyên gund bi daxwaza rakirina kavilan Platforma Piştevaniyê ya Memurekê ava kirin û 8 roj in nobedê digirin. Şeniyên gund û endamên platformê ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku heta kavil neyên rakirin û pêşî li ber qirkirina xwezaya wan neyê girtin dê çalakiya wan dewam bike. 
 
KAVIL NÊZÎ GUND HATINE RITIN
 
Endama Platforma Piştevaniya Memurekê û şeniya gund Nazîfe Onay da zanîn ku piştî kavil li nêzî gund hatine rêtin wan di 1'ê Adarê de platform ava kiriyee û li dijî rêtina molozan rabûne. Onay bi lêv kir ku moloz ji bo şeniyên gund dibin sedema nexweşiyan û wiha got: "Li gor zanyarên tendûristiyê asbest (dibe sedema nexweşiyen weke pençeşêrê) û gelek madeyên kîmyewî di kavilan de hene. Ew madeyên kîmyewî dikevin nav ax û avê û bi sed salan bandorê li mirovan dikin. Penceşêr û gelek nexweşî di van madeyên kîmyewî de de hene."
 
DEST BI NOBEDÊ KIRIN
 
Onayê diyar kir ku bi daxwaza rakirina kavilan 8 roj in ew di çalakiya nobedê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me bi Platforma Hewirdorê ya Meletiyê dest bi vê çalakiye kir. Ji bo em bikarbiin xwestekên xwe û bertekên xwe nîşan bidin me platform ava kir û dest bi çalakiyê kir. Di encama bertekên me de niha çend hefte ye kavil nayên rêtin. Me jî ji ber rêtina kavilan gilî kir. Daxwaza me jî ew e ku êdî tu moloz li vir neyên rêtin û yên ku hatine rêtin jî demildest bên rakirin. Ev nêzî 2 meh in em bê maske bi van madeyên kîmyewî re rû bi rû mane. Heta kavil neyên rakirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
'ARMANÇ VALA KIRINA GUNDÊ'
 
Onay di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku heta niha xwezaya gundê wan gelek caran hatiye texrîbkirin û wiha pê dê çû: "Me di destpêkê de tu muxatab nedît, lê piştî ku me dest bi çalakiya girtina rê kir û piştî ku me rê girtin vê carê em arasteyî Wekilê Mudiriyeta Hewirdor û Bajarvaniyê ya Meletiyê kirin. Wekile miduriyetê ji me re got 'Tu eleqeya wê bi me tune ye, şaredariyê destûr daye, em dikarin maskeyan bidin we û kavilan av bidin.' Lê ew jî nekirin. Lê bi destûra hemûyan ji bo rêtina kavilan vir hatiye hilbijartin. Lê li gor çi hatiye hilbijartin em jî nizanin. Cihên ku kavil lê tên rêtin li nêzî gund e û di nava zveiyande ye. Ji bo çandiyê jî dibe sedema xetereyan. Her wiha çend sal berê bêyî destûra şêniyên gund zêdetirî 20 hezar panelên enerjiya rojê li nêzî gund hatine avakirin. Ev jî dibin sedema çolbûnê. Kaneke keviran jî hat avakirin. Ew jî ji bo çandiniye dibe sedema xetereyê. Şêniyên gund jî bi çandiniyê debara xwe dikin. Armanc ew e ku çandiniyê biqedînin û van gundan vala bikin."
 
BANG LI SAZIYÊN EKOLOJIYÊ KIR
 
Onay destnîşan kir ku rêtina kavilan polîtikayeke li dijî gel e û ji bo piştevaniya nobeda ku dane destpêkirin bang kir: "Her wiha li vir dibistana Bîlkentê jî tê avakirin, lê midûrê Bîlkentê qet li dijî vê yekê ranbû. Divê tu kes zarokên xwe neşînin vê dibîstanê. Ev jî bi vê bêdengiya xwe hevkarê vî sucî ne. Di vê pêvajoya çalakiya nobeda edaletê de gelek sazî û komeleyan serdana me kir. Lê ev têr nake. Li Meletiyê li her navçeyên pirsgirêkên di warê xwezayê de hene. Em jî ji ber vê bang li hemû saziyên ekolojî û hewirdoriyê dikin ku piştevaniya me bikin."
 
'HEM TENDURISTIYA ME HEM XWEZAYA ME DI BIN XETERE DE YE'
 
Şeniyê gundê Memurekê Bayram Toprak jî diyar kir ku molozên ku li nêzî gundê wan tên rêtin bandorê li ser 10 gundan dike û ev dibin sedema nexweşiyan. Toprak axaftina xwe bi van gotinan domand: "Kana Keviran, enerjiya rojê û herî dawî jî molozên ku hatine rêtin bandorê li ser jiyana me dikin. Ji ber vê em jî li dijî vê yekê radibin. Li vir zanîngeh tê ava kirin û ava tuwaleta xwe 50 metro di binê erdê de vedane. Yanî wisa dikin ku ava tuwaletê bi me bidin vexwarin. Yanî ava tuwaletê 50 metro di binê erdê de, di nava artezyenê de vedane. Ew jî wê tevlî ava vexwarinê ya gundiyan bibe û weke ava vexwarine wê bidin gundiyan. Texrîbkirina xwezayê û rêtina kavilan hem ji bo tenduristiya me hem jî ji bo xwezayê dibe sedema xetereyan. Daxwaza me rakirina kavilan û girtina kana keviran e."
 
MA / Mahmût Altintaş