Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî

img
ŞENGAL- Li warê Derwêşê Evdî xwezaya ku bi biharê şiyar dibe mirovî li xwe heyran dihêle. Şengala ku bi deştên xwe, çiyayên xwe, ava xwe û xwezaya xwe hemû balê dikişîne ser xwe li gel hatine biharê xemilî. 
 
Li Şengalê warê Dewrêşê Ewdî ku heta niha şahidiniya 73 fermanan kiriye û niha jî rastî her êrişê tê, li gel hatina biharê re xweza ji nûve şiyar dibe. Şengal ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi heybeta xwe, çiyayên xwe balê dikişîne li ser xwe. Her sal Şengala ku kirasê biharê li xwe dike bi kulîlkên kesk, sor û zer dixemile. Çiyayê Şengal, Serdeşt û Çîmera hembêza xwe ji biharê re vekir. Çiyayê Şengalê yê ku di her fermanekî de bûye stargeha êzidiyan û di baweriya êzdatiyê de çiyayê herî pîroz tê didin û her roj bi dehan kes ziyaret dikin, bi heybeta xwe mirovî li xwe heyran dihêle. Çiyayê Şengalê ku tevî hemû êriş û qirkirinan li ser piyan maye, bi kulîlkên ku vebûne mizginiya jiyanake nû ya bi hevre dide.