Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku li Semsûr, Dîlok, Riha, Xarpêt, Meletî û Dêrsimê dê baraneke zêde bibare. 
 
Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji danê nîvro û pê ve dê li Semsûr, Dîlok, Riha, Xarpêt, Meletî û Dêrsimê baraneke zêde bibare. 
 
Miduriyetê li dijî rabûna lehî, vedana birûskan, qutbûna di veguhestinê de, di dema barîna baranê de bayê zêde, gijlok û babelîskan xwest welatî baldar bin û bergiriyên xwe bigirin.