Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê

img
DÊRSIM - Parêzer Bariş Yildirim diyar kir ku rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya ji bo kana madenê ya ku tê xwestin li Çiyayê Munzurê were vekirin li dijî rêziknameyê ye û wiha got: “Di projeyê de menfeata cemaweriyê esas nehatiye girtin.” 
 
Şîrketa Anonîm a Madenvaniyê ya Dosteliyê dixwaze li Çiyayê Munzur ê Dêrsimê “4’emîn Projeya Kana Madenê ya Kromê” pêk bîne. Walîtiya Dêrsimê jî di 26’ê çileyê de ji bo vê projeyê rapora “Hewcehî bi rapora ÇED’ê nîne” da. Şêniyên gundên Kulîkan, Kirgat, Lertig, Bîrîman, Hars, Îksor, Maraş û Çatê di 24’ê sibatê de li dijî vê rewşê serî li Dadgeha Îdarî ya Erzînganê dan. Hat zanîn ku dê kesên pispor di 2’yê hezîranê de li ser biryara dadgehê li herêmê lêkolînan bikin. 
 
'BIRYARA ÇEDÊ LI DIJÎ RÊZIKNAMEYÊ YE’
 
Parêzer Bariş Yildirim pêvajoya dozê dişopîne û got ku biryara ÇED’ê li dijî rêziknameyê ye. Yildirim, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bi vê projeyê re Geliyê Munzurê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû dimîne. Ev projeya behsa xeberê di nava ‘lîsteya projeyên dê rêgeza bijartin-nebijartinê lê were sepandin’ û ‘projeyên dê ÇED lê were ferzkirin’ de cih digire. Qadên ku li ber biryara ‘hewcehî bi ÇED’ê nîne’ dikevin, bi qasî 17,21 hektar erd e. Qada ruxsetê derdorekê bi qasî 1642,79 hektar erd digire nava xwe.” 
 
‘DÊ GELIYÊ MUNZURÊ TUNE BIBE’
 
Di berdewamê de Yildirim anî ziman ku ya ku Geliyê Munzurê xweyî dike Çiyayê Munzurê ye û wiha pê de çû: “Di Dosyaya Danasîna projeyê de tevdîrên ji bo bandorên hawirdorê yên îxtîmalî yên projeyê, li gorî rêbaza bikaranîna çavkaniyên xwezayî baş nehatine destnîşankirin. Her wiha hesasiyetên qadên ku dê ji projeyê bibandor bibin baş nehatine nirxandin. Bikaranîna qada projeyê û erdên nêzî derdora wê baş li ber çavan nehatine girtin. Qada projeyê ji hêla rêveberiya dozlêkirî ve di cih de nehatiye lêkolînkirin û rejîma qada projeyê baş nehatiye nirxandin. Sehaya projeyê rêgeha Rûbarê Kalanê ye ku di hewzaya avê ya Çemê Munzurê de cih digire û girîngtirîn çavkaniyên Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ye. Lewma jî birêvebirina vê projeyê dê bibe sedema tunebûna ekosîstema Çemê Munzurê ku çavkaniya sereke ya parka neteweyî ye.”
 
'DI PROJEYÊ DE MENFAETÊ CEMAWERIYÊ TUNE YE’
 
Bi domdarî Yildirim da zanîn ku li seha û hawirdora projeyê nêzî 2 hezar nebat hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji van nebatan ji sedî 18 jê nebatên endemîk in. Tevî ku li gorî Peymana Bernê divê ev nebat û cureyên ajalan bên parastin jî, bi vê projeyê re ev xisûs hatiye binpêkirin. Dema biryara ÇED’ê didin divê Banda Parastina Tenduristiyê ber çav were girtin. Lê wisa nekirine. Qanûna Umumî Hifzisihha û normên Mewzûata Muesseseyên Sihhî yên Giştî hatine binpêkirin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ku projeyên madenvaniyê li jîngehan bikevin meriyetê. Ji ber vê projeyê, avên şêniyên gund dê qirêjî bibin û Rêziknameya Kontrola Qirêjiya Avê bê binpêkirin. Li qada projeyê mêşvanî tê kirin û heke ev proje were domandin dê mêşvanî ji holê rabe. Ev projeya behsa xeberê bi tu awayî xizmetê ji cemaweriyê re nake.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar