Li Gabarê qirkirina daran

img
ŞIRNEX-  Li Çiyayê Gabarê cerdevan li qada ku tê gotin petrol lê heye, daran dibirin. 
 
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar û Çilênimijê ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn. Li Çiyayê Gabarê li cihê ku tê gotin petrol lê heye, bi hezaran darên ku nû pel dane hatin birîn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku darên ku ji aliyê cerdevanên bajaroka Sêgirkê vê tên birîn, li traktoran tên barkirin û bi şev tên veguhastin.