Li Çiyayê Gabarê şewat derket

img
ŞIRNEX - Li daristanên quntarê Çiyayê Gabarê şewat derket. 
 
Di saetên serê sibehê de li quntarên Çiyayê Gabarê yên li devera navçeya Basayê dimînin, agir bi daristanê ket. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û hat zanîn ku ji bo vemirandina şewatê hate niha jî tu mudaxile nehatine kirin. 
 
Hat zanîn ku herêma ku şewat lê dest pê kiriye weke “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin lewma nahêlin sivîl bikevin herêmê.