Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin

img
ŞIRNEX - Çêkirina bendava 10'emîn a li ser Çemê Dîcleyê ket meriyetê. Li gel çêkirina bendavê dê Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi awayekî neyînî jê bandor bibin. Tê diyarkirin ku ev bendava ku dê bê çêkirin, dê bibe duyemîn santala herî mezin a HES'ê. 
 
Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên talankirin û qirkirinê yên li ser xwezaya Kurdistanê dewam dikin. AKP'ê di 21 salên desthilatdariya xwe de, bi hezaran qadên ekolojiyê yên Kurdistanê pêşkêşî rantê û şîrketên nêzî xwe kirin. Çemên ku li Kurdistanê çavkaniyên avê ne, herî zêde rastî vê talanê tên. Yek ji van jî Çemê Dîcleyê ye. 
 
Çemê Dîcle ji du çemên herî mezin ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ev çem ji bakurê Kurdistanê dest pê dike, di bajarên giring ên wekî Amed, Cizîra Botan, Mûsil, Bexda û li gel çemê din ê mezin Firatê dibe yek û li başûrê Iraqê, nêzîkî bajarên Besreyê û Abadanê (Îran), li bakurê Kuweytê digihe Kendava Farsê. Li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav hatine çêkirin. Li gel çêkirina bendavan hêlên çem hatin guhertin û di avê de jî kêmbûyin tê dîtin. Niha jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser Çemê Dîcleyê tê xwestin ku bendav bê çêkirin. Îhaleya yekem a bendava Cizîrê ya ku dê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin, di 24’ê gulana 2013’an de hatibû çêkirin, lê ji ber lihevnekirinê, îhale hatibû taloqkirin.
 
DÊ BIBE DUYEMÎN SANTRALA HERÎ MEZIN A HES'Ê 
 
Çêkirina bendava ku dê li ser çem bê çêkirin û bi salan bûye cihê nîqaşê, bi awayekî fermî ket meriyetê. Bi çêkirina bendavê re gelek cureyên bûneweran ên di çem de, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Bendava ku wê bi bilindahiya xwe 40 metre û qebareya depokirina avê 381 milyon metrekup bê çêkirin, wê Santrala Hîdroelektrîk a bi hêza sazkirî ya 340 MWe û kapasîteya hilberîna elektrîkê ya salane 1 milyar û 167 mîlyon kîlowat be.Tê diyarkirin ku Bendava Cizîrê piştî Bendava Ilisûyê ku çêkirina wê di 8'ê mijdara 2021'ê de bi dawî bûbû, wê bibe duyemîn santrala herî mezin a Santrala Hîdroelektîrkê (HES) ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin.
 
JI PARLEMENTERÊ AKP'YÎ MIZGÎNIYA NEBIXÊR! 
 
Parlamenterê AKP'ê yê Şirnexê Arslan Tatar li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku îhaleya bendavê ketiye meriyetê û got: "Projeya çêkirina Bendava Cizîrê û Projeya HES'ê ya ku ji bo Enerjî + Ava Vexwarin + Avdaniyê hat çêkirin û di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de projeyeke sereke ye, bi dawî bû û îhaleya wê hat kirin. Armanc tê kirin ku di demeke herî kurt de xebatên wê dest pê bikin û di nava 3 salan de biqedin û dest bi hilberîna enerjiyê bikin. Di hevdîtinên me de yên der barê projeyê de  ez spasiya ji Serokê me birêz @RTERdogan û Midûrê Giştî yê DSÎ Mehmet Akîf BALTA û Qeymeqamê me yê Cizîrê @nazlidemirrr dikim. Ji bo welatê me û Cizîrê bi xêr be.” Bi vê parvekirinê re parlementerê AKP'yî ragihand ku xîzmeta wî ya yekem a ji bo bajêr, talankirina ekolojiyê ye.
 
DÊ IRAQ JÊ BANDOR BIBE 
 
Her wiha tê diyarkirin ku heke bendav bê çêkirin dê Iraq û Herêma Kurdistana jî bi awayekî neyînî ji vê yekê bandor bibin. Serokê Lijneya Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Iraqê Samir Muxif Cibûrî beriya niha li ser mijarê daxuyanî dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku heke bendav bê çêkirin dê Iraq ji ava Çemê Dîcleyê bêpar bimîne û gotibû: “Ev bendav bendava avdanê ye. Piştî ku hat xelaskirin wê ava çem biqede û av negihê Iraqê. Tirkiyeyê di warê çandinî û avdanê de hin armancên xwe hene. Ev rasterast li ser Iraqê metirsiyek e. Ev tenê 35 kîlometre dûrî sînorê Iraqê ye.”
 
MA / Zeynep Durgut