Şewata li Hênê hat vemirandin

img
AMED - Li navçeya Hênê şewata ku duh derketibû îro berdestî sibehê hat vemirandin. 
 
Li derdora Çiyayê Pîrazîz yê dikeve navbera gundên Nêribê Axan û Nirib Şeynan yên bi ser navçeya Hênê ya Amedê ve duh serê sibehê şewat derketibû. Îro berdestî sibehê agir hat vemirandin. Şewata ku bi bayê re li derdorê belav bû, xesarê da 12 hektar qada derdorê.