Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî

img
ŞIRNEX - Şewata di 17’ê tebaxê de li Çiyayê Gabarê derketibû îro di saetên serê sibehê de vemirî. 
 
Di 17’ê tebaxê de li quntarên Çiyayê Gabarê yên li milê navçeya Basa ya Şirnexê dikevin şewat derketibû. Şewat, îro di danê sibehê de vemirî. Ji ber ku herêm “Herêma ewlehiya taybet e”, destûr nehat dayîn ku welatî biçin herêmê û mudaxile bikin. Lewma şewata li herêmê her ku çû berfirehtir bû. Nehat zanîn bê ka şewata li herêma sivîl nikarin bikevinê ji ber xwe ve vemirî ye yan mudaxile hatiye kirin. 
 
Di salên berê de jî qereqola cendirmeyan a Akdîzgînê ya li gundê Zêwê heman herêm topbaran kiribû, şewat derketibû û qadeke berfireh a daristanan bûbû xwelî.