Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne

img
AMED - Endamên Komeleya Ekolojiyê li herêmên Amedê yên şewat lê derketin lêkolîn kirin û ev hişyarî kirin: "Kurdistan bêdaristan dimîne. Divê tevdîr bên girtin." 
 
Endamên Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê li herêmên gundê Nêrîbê Axan, Nîrîb Şeynan û Çiyayê Pîraziz ên girêdayî naveçya Hênê ya Amedê ên ku 18’ê tebaxê şewat lê derketinê, lêkolîn kirin. Ekolojîstên bi welatiyan re hevdîtin pêk anîn, têkildarî şewatên li daristanan derketin û kêmasiyên di mudaxileya vemirandina şewatê de derketin agahî kom kirin. Ekolojist çûn serdana gundên Babex û Tavil ên di 15’ê tebaxê de şewat lê derketibûn.
 
‘KURDISTAN BÊDARISTAN DIMÎNE’
 
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç destnîşan kir ku şewat li qadeke bi qasî 12-15 hektarê belav bûye û çavdêriyên xwe wiha parve kir: "Bi helîkopteran mudaxileyê şewata di nava sînora Xarpêtê de dimîne hatiye kirin. Şewat di navbera sînorên bajarên Xarpêt, Çewlik û Amedê de derketine. Gelemperî herêma di nava sînorê Amedê de dimîne şewitî ye. Lê şewata li dora sînorên Xarpêtê hatiye vemirandin. Şewatên her roj derdikevin dibe sedema talana xwezaya Kurdistanê. Divê tevdîrên baş bên girtin. Ji bêr ku êdî Kurdistan bêdaristan dimîne. Daristanên me jî bi şewatan tune dibin.”
 
Bilgîç da zanîn ku ew ê rapora xwe ya çavdêriyê di rojên pêş de parve bikin. 
 
‘XWEZA JÎ MIROV JÎ JÊ BANDOR DIBIN’
 
Endamê Komeleya Ekolojiyê Beytûllah Ozdemîr jî bal kişand ser daristanên roj bi roj kêm dibin û wiha axivî: “Di halê hazir de kêmeke daristanên me mane. Her roj daristanên me ji ber şewatan û mudaxileyên lewaz kêm dibin. Germbûna Kurewî bi tenê vî gundî re bisînor namîne hemû herêmê bandor dike. Piraniya mirovên li vê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dikin. Mirov û temamiya xwezayê ji ber van şewatan bandor dibin.”
 
‘WIHA BIDOME DÊ KOÇBERÎ DEST PÊ BIKE’
 
Ozdemîr, ji ber şewatên derdikevin banga baldarbûnê kir û wiha bi dawî kir: "Em alîgirên başkirina aboriya herêmî ne. Wiha bidome piştî şewatên daristanan dê koçberiyên mezin dest pê bikin. Divê em ji bo daristan û xwezaya xwe xebateke hişyarbûnê pêş bixin.”