Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin

ERZIROM - Ji bo kana zêr ku Şîrketa Koza dixwaze li qada çêregehê ya li taxa Axreşayê veke re rapora “ÇED ne hewce ye” hate dayîn. Welatiyên ku naxwazin karesateke weke Licikê bijîn bertek nîşanî vê rewşê dan. 
 
Cenazeyên 13 karkerên ku di 13’ê sibatê de li kana madene ya li Licikê de dixebitîn û ji ber hezaza çêbû di bin axê de mane hêj jî nehatine derxistin. Tevî vê yekê ji bo kana zêr ya Şîrketa Anonîm a Koza dixwaze li qada çêregehê ya li taxa Axreşayê veke rapora Nirxandina Bandora Hawîrdorê (ÇED) ne hewce ye, hate dayîn. 
 
Li gel karesetên tên jiyîn, vê carê jî ji Şîrketa Anonîm a Kargehên Zêr ên Koza ya dixwaze li taxa Axreşayê ya navçeya Tatos a Erziromê ava bike re rapora “ÇED hewce nîn e” hate dayîn. Şêniyên taxê ên naxwazin karesateke weke Licikê were serê wan û jingeha wan bi siyanurê were jehrîkirin, bertek nîşanî vê rewşê dan. 
 
DIXWAZIN QADA ÇÊRANDINÊ BIKIN KANA MADENÊ
 
Faysal Korkmaz destnîşan kir ku cihê ji kana madenê re hatiye diyarkirin qada çêrandina sewalan e, ev der nêzîkî jîngeha wan e û wiha axivî: “Qada kana madenê 500 mîtroyan dûrî me ye. Qada ku dixwazin madenê jê derxin qada çêrandinê ye û em li vê derê sewalkariyê dikin. Ji ber wê em naxwazin ev der weke qada kana madenê were bikaranîn. Me gelek caran nerazîbûna xwe ragihand lê belê me tu encam bi dest nexistin.” 
 
Şakîr Korkmaz diyar kir ku dê kana madenê zirarê bide xwezayê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Kana madenê ne malê xizîneyê ye, zeviya me ya tapokirî ye. Qad di heman demê de zeviya çêrandina sewalên me ye. Me kareseta li Licikê hatiye jiyîn dît. 13 karker di bin axê de man. Em naxwazin heman tişt were serê me jî. Kalikên me li vê derê jiyan û mirin. Em ê bi tu awayî van axan neterikînin. Ez li vê derê ji dayik bûm, li vir mezin bûm û dê li vir bimirim. Heke li vê derê kana madenê were çêkirin, dê dînamît bên teqandin.” 
 
EM SIYANÛRÊ NAXWAZIN
 
Selamî Yurekseven jî anî ziman ku li hemberî cihê weke qada madenê hatiye diyarkirin, goleke avdanê ya sewalan heye û wiha axivî: “Heke sewalkarî nebe dê şêniyên taxê debara xwe çawa bikin? Qada ku dixwazin bikin kana madenê zeviya hevpar a taxê ye. Zeviya kana madenê asta yekemîn herêma erdhejê ye. Me xaniyên xwe bi derfetên xwe çêkirin. Ji bo hejînekê ji rêzê jî qahîm nîn in. Dema ku kana madenê hate avakirin, dê tim dînamît bên teqandin, avahiyên me dê zirarê bibînin herwiha dê hilweşîn. Dê di kanê de siyanûr were bikaranîn. Dê ev yek zirarê bide me, zarokên me, sewalên me. Ji ber vê yekê em naxwazin kana madenê were avakirin.”
 
Abdulgafur Korkmaz jî derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Heke kana madenê ava bikin dê tax were rakirin. Ne cihekî ku em biçinê heye ne jî pîşeyeke me heye ku em bikin. Heke kanê ava bikin dê taxa me ya ji 35 malên pêk tê were hilweşandin. Em naxwazin kana madenê were avakirin.” 
 
‘ÊM Ê XWEDÎ LI TAXA XWE DERBIKEVIN’
 
Sedat Arslan anî ziman ku ew naxwazin kareseteke wekî ya Licikê cara duyem were serê wan û ev tişt gotin: “Ev meheke ku em ji vê mijarê haydar in. Me karesata Licikê dît, jiya û em naxwazin heman tişt li vê derê jî were serê me. Ji bo em pêşî lê bigirin, çi ji destê me were em ê bikin.” Abdullah Arslan jî diyar kir ku ew ê li taxa xwe, li sewalên xwe , ajalên xwe û pêşeroja xwe xwedi derbikevin û dê desturê nedin kanan.