Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Komîsyona Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Brahîm Eshed diyar kir ku ew hewl didin li dijî pergala ku îflas kiriye jiyaneke ekolojîk ava bikin û got ku Tirkiye ji bi hevsengiya ekolojîk a herêmê tehdîd e. 
 
Piştî Şoreşa Rojavayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, tê domandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tê birêvebirin, xebatên ji bo avakirina jiyaneke ekolojîk jî didomin. 
 
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber şert û mercên şer wêran bûye, çandina daran didome û her wiha li herêmê bi avakirina komîteyên ekolojiyê re, cureyên bûneweran ên bin erdê û ser erdê tên lêkolînkirin û parastin. Yekîneyên ku ji bo lêkolînên ekolojiyê hatine avakirina jî, ji bo rewşên awarte bi awayekî rêkûpêk qirêjiya av, ax û hewayê analîz dikin.
 
‘LI 7 KANTONAN KOMÎSYONÊN EKOLOJIYÊ HENE'
 
Hevserokê Komîsyona Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Brahîm Eshed têkildarî jiyana ekolojîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî krîza avhewayê ya li cîhanê hatiye avakirin, axivî. 
 
Eshed diyar kir ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re rêveberiyeke demokratîk hatiye avakirin û got ku di vê pêvajoyê de gelek veguherîn çêbûne. Eshed got: “Ev guherîn li ser pergala Konfederalîzma Demokratîk hatiye avakirin. Gelek komîsyonên wekî parastin, siyaset û aboriyê hatine avakirin û yek ji van jî ekolojî bû. Piştî ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, 7 kanton hatin avakirin. Kêmasiyên heyama berê di ber çaavn re hatin derbaskirin û li her kantonê ekolojî hat rêxistinkirin." 
 
AKADEMÎ HATIN AVAKIRIN
 
Eshed da zanîn ku ekolojî li 7 kantonan xwe birêxistin dike û got ku ew bi paradîgmaya pergala Konfederalîzma Demokratîk xebatên ekolojiyê bi rê ve dibin. Eshed wiha domand: “Me rêxistina xwe ya ji bo ekolojiyê li her kantonê gihandiye astekê û komîsyon ava kirine. Piştî vê pêvajoyê em ê ji bo avakirina parlementoyê bixebitin. Akademiyên hemû komîsyonan hene. Komîteyên me yên enformasyon, lêkolîn û perwerdeyê hene."
 
‘AVA FIRATÊ HER HEFTE TÊ ANALÎZKIRIN'
 
Eshed diyar kir ku armanca wan ew e ku bi ezmûnan xwe nû bikin û civakeke ekolojîk ava bikin. Eshed ev tişt gotin: “Me xebatên xwe yên ji bo parastina hemû bûnewerên di jîngeha xwezayî de kirin. Ji bo şopandina xebatên komîsyona ekolojiyê jî komîsyoneke cuda hat avakirin. Ev komîsyon ne tenê li ser qirêjiya hewa û axê lêkolînan dike. Di heman demê de ew bernameyan çêdike ji bo ku mudaxileyên lezgîn. Li Tirkiyeyê hezazek çêbû û madeyên kîmyewî herikîn ava Firatê. Komîsyona me her hefte avê analîz dike û bi rêkûpêk raporê amade dike. Heta niha tu rewşeke neyînî rû nedaye."
 
BÛNEWER TÊN PARASTIN
 
Eshed diyar kir ku wan lêkolînên cuda li ser parastina cureyan kiriye û got: “Em li ser jinûve vejandina giyandarên tunebûyî yên li herêmê û zêdekirina bûnewerên heyî dixebitin. Her wiha em rê li ber cureyên cuda yên ne aîdî herêmê û hevsengiya xwezayê xera dikin jî, digirin." 
 
‘TIRKIYE GEF E'
 
Eshed anî ziman ku hevsengiya ekolojîk a herêmê her tim hedef hatiye girtin û go ku rejîma Baasê Efrînê wekî darên zeytûnan û Kobanê û Cizîrê jî wekî embarên genim dibîne. Eshed axaftina xwe wiha domand: “Berê kurdan wekî kevneşopiyê ji ax û xwezaya xwe hez dikir û ew diparastin. Niha ji bilî vê hezkirin û parastinê, hişmendiyek jî derketiye holê. Berê jiyana bajêr derdiket pêş, lê niha hewl didin li gundên xwe jiyaneke ekolojîk ava bikin. Bê guman, li vir di parastina hevsengiya ekolojîk de zehmetî hene. Bi taybetî jî êrişên çeteyên wekî DAIŞ’ê bû sedema wêraniyeke mezin. Tirkiye bi êrişên xwe ji bilî qirkirina çandî, polîtîkayên qirkirina ekolojîk jî dimeşîne. Mînak, Tirkiye ava Çemê Firatê qut dike. Ev ji bo herêmê xeteriyeke cidî ye. Ne tenê di warê xebatên çandiniyê de, ava paqij jî nayê peydakirin. Em jeneratorên mezin bi kar tînin da ku hewcedariyên enerjiyê bi cîh bînin. Qada enerjiyê jî ji vê yekê bandor bû. Qutkirina ava Çemê Firatê jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Gelên Sûriye û Iraqê jî ji vê bandor dibin. Li herêmê sondaj qedexe ye. Lê belê ji ber qutkirina avê, dîsa li gor hevsengiya ekolojiyê pêdiviya gel a avê tê dabînkirin." 
 
Eshed diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî pergala ku li seranserê cîhanê îflas kiriye jiyaneke ekolojîk ava bikin û got: “Têkoşîna azadî, demokrasî û ekolojiyê ger bi hev re bimeşin wê watedar bibin. Ger yek ji van kêm be, ne aştiya civakî û ne jî azadî pêk nayê. Em dixwazin bi rêbazên zanistî û ekolojîk vegerin xwezaya xwe. Çawa di dema şoreşê de civak hat parastin, wê xwezaya wê jî bi heman awayî bê parastin. Yê ku hîmê vê jiyanê daniye Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê sedemê azadiya fizîkî ya Ocalan ne tenê ya kurdan, wê bibe azadiya tevahî Rojhilata Navînê."
 
AMADEKARIYÊN KONFERANSA AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE
 
Eshed anî ziman ku ew ê wekî komîsyona ekolojiyê di meha Nîsanê de konferanseke mezin li dar bixin û got ku amadekariyên konferansê didomin. Eshed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Konferansa me wê bibe konferansa misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan û piştgirîkirina paradîgmaya wî. Hem di vê konferansê de hem jî li qadên din em ê xebatên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bidomînin. Em ê piştre dem û roja konferansê bi raya giştî re parve bikin."