Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn

img
STENBOL - Li Dîlovasiyê li du fîrmayên ku bûne sedemê qirêjiya derdorê bi komî 929 hezar û 170 lîre ceza hate birîn. 
 
Hat ragihandin ku piştî ku gaza porteqalî ji fîrmayên EAE Elektronik a li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya Îhtîsasê ya Makîneyê û fîrmaya Çolakoglû ya li Herêma Pîşesazî ya Organîzeyê yên li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê derket, ji aliyê rayedarên Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Walîtiya Kocaeliyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêkolîna hate kirin ji aliyê Walîtiya Kocaeliyê ve daxuyaniya nivîskî hate kirin. Walîtiyê diyar kir ku ji her du fîrmayan re 929 hezar û 170 lîre cezayê pere hatiye birîn.