Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn

img
MÊRDÎN - Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê li navçeya Qoserê bi dirûşma “Bila ji azadiyê re bibe rê” şitil danî. 
 
Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê di çarçoveya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya danîna şitlan de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma “Bila ji azadiyê re bibe rê” şitil danî. Rêveber û gelek endamên komeleyê tev li çalakiya şitildanînê bûn. 
 
Şitlên hatin danîn, diyarî girtiyên li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber xwe didin hatin kirin.