Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî

img
ŞIRNEX - Geliyê Botanê û Çiyayê Gabarê bi kulîlkên biharê re xemilî. 
 
Geliyê Botanê û Çiyayê Gabarê ên di navbera nevçeyên Hezex û Basayê yên Şirnexê de dimînin, bi hatina biharê re xemilîn. Kulîlkên reng û reng vekirine dilê welatiyan mest dikin. 
 
Çemê Dîcleyê  li dora xwe xemla kulîlk û şînkahiyê ava dike û bi diherike. Ji ber zelaliya ava çem, kevirên binê çem ji dûr ve xuya dikin. Li gel herêmên ku çem lê diherike Keleha Elo Dîno jî hêjayî dîtinê ye. 
 
Li her cihê ku çêm jê derbas dibe hûn dikarin koçerên ku amadehiyên zozanan dikin jî bibînin. Li çiya bêhna catir û kûlîlkên biharê difûre. Xeçxecok jî newal bi rengên xwe yên sor xemilandine. Li ser kûlîlkan û beybûnan vîz vîze mêşhingivan e. 
 
Çiyayê Gabarê nêzî, gelî ye û ji niha ve kirasê biharê li xwe kiriye. Herêm bi salan e hinceta “ewlehiyê” ji têketinan re hatiye qedexekirin, û bêdar hatiye hiştin. Bi hatina biharê re herêm xwe careke din bi rengên biharê xemilandiye û welatiyên ku çavên wan lê dikeve, mest dike. 
 
MA / Dilgeş Ruvanas