Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî

img
RIHA - Quntarê Çiyayê Qerejdaxê ku di dîrokê de malavaniya gelek şaristaniyan kir, bi rengên biharê xemilî. 
 
Quntarê Çiyayê Qerejdaxê ku ji hêla cureyên gihayên endemî ve dewlemend e, bi rengên biharê xemilî. Qerejdax hezar û 957 metreyan bilind e û bi sedan salan malovaniya gelek şaristaniyan kir. Çiyayê Qerejdaxê di sêgoya Riha, Amed û Mêrdînê de cih digire û li herêmeke berfireh belav bûye. 
 
RENGÊN BIHARÊ
 
Di mehên demsala havînê de bi taybet jî dibe yek ji cihên herî zêde koçer berê xwe didinê. Di heman demê de her sal bi hatina biharê re çîçekên bi rengên kes, sor, zer, mor, pîvazî û spî vedikin û dîmenên rengîn derdixînin holê. Li quntarê çiyê, gihayên endemî yên weke Pîz pîzik ku bi latinî jê re Îrîs Masîa tê gotin, Xerdel, Bermal Xatun, Çolig/Bankil û Hîrov çêdibin. Yek ji nîşaneyên hatina biharê jî vebûna Guldexwînan e lê ji ber qirkirina ekolojîk û guherîna avhewayê, êdî di şertên xwe yên xwezayî de nagihin. Xelkê herêmê di nava salên dawî de bi xwe Guldexwînan digihînin. Guldexwîn li welatên Ewropayê weke gihayê peyzajê û ji bo gelek madeyên endustriyel jî tên bikaranîn. Lê ji ber ku piştgirî nayê dayîn, hilberîna wan kêm bûye. 
 
BERMAHIYÊN DÎROKÊ
 
Li gel cureyên gihayan, li quntarê Çiyayê Qerejdaxê bermahiyên gelek şaristaniyên cuda jî hene. Welatiyên gundê Otlî yê navçeya Sêweregê ya Rihayê bermahiyeke dîrokî ferq kirin û agahî dan. Li ser vê yekê arkeologên fransî hatin herêmê û lêkolîn kirin. Di lêkolînan de kêla bîrdariya ya li gorî texmînan xwedî rabûdiyeke 15 hezar salî ye dîtin. Li ser bîrdariyê fîgurên roj, hîv û ajalên nekedîkirî, jiyana mirovên di serdema Neolîtîkê de jiyayîn, ritûelên bereketê û hwd. hatine xêzkirin. Kêla bîrdariyê hêj jî ji hêla xelkê gund ve tê parastin. 
 
POLÎTÎKAYÊN KAR JÊ KIRINÊ LI SER HERÊMÊ GEF E 
 
Qerejdax ji bo çandinî û sewalkariyê ku çavkaniya debara xelkê herêmê ye, xwedî xakeke berhemdar e. Tevî hemû zextan û şertên zehmet jî koçber çand û baweriyên xwe diparêzin. Pispor dibêjin ku welatê genim Qerejdax e lê ji ber polîtîkayên xelet ên di demên dawî de, li herêmê hema hema giha nema ye. 
 
Kevirê bazaltê ku hema hema li her devera herêmê heye, ji hêla fîrmayên ji bo zêdekirina karê xwe tên rakirin û dikin xurdik. Herêmên kevir jê tên rakirin jî tevî gihayên endemî jî tên dermankirin. Ji ber van polîtîkayên ji bo zêdekirina karê xwe tên kirin, ekolojiya herêmê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. 
 
PENGAV ZIWA BÛN
 
Di heman demê de yek ji navendên sewalkariyê jî quntarê Qerejdaxê ye. Lê wan jî para xwe ji guherîna avhewayê girtiye. Gelek pengavên li herêmê ji ber germbûna hewa û kêmbûna barînan, ziwa bûne. 
 
MA / Ceylan Şahînlî