ŞIRNEX - Li Gabarê ku xwezaya wê tê qirkirin, neft di ser çavkaniyên avê re tê rijandin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gelek kaniyên avê ziwa bûne û gotin: "Çavkaniyên ava Gabarê hemû qirêj û jehrî kirin. Mirov êdî nikare wê avê vexwe."
Texrîbata ekolojîk a li navenda Şirnexê û bejahiyên navçeyên wê ku zêdetirî sê sal in hatiye destpêkirin, didome. Bi sala ne qadên daristanî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de tên tunekirin. Di salên dawî de bi hinceta hilberandina petrolê, li Gabarê texrîbateke mezin tê kirin. Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê gelek qad qulqulî kiriye û xebatên sondajê dike.
Li herêmê dar tên birîn û çavkaniyên avê jî qirêj dibin. Li şûna darên birîn birc û kelehên leşkerî tên çêkirin. Li gelek gundên li quntara Çiyayê Gabarê 30 sal in ketin û derketina wan qedexe ye. Çavkaniyên avên gundên Zivîng, Xurs, Hirareş, Basrê, Miştexan, Dêrşew, Spivyan, Deştlala, Meydîn, Aşilme, Berêmîrê, Şerefê, Zivîng, Germê, Dêra, Awinbinat, Binîsra, Hezara û Biyadê hişk bûne. Hat hînbûn ku nefta ku tê derxistin ji ber ku dirije kaniyên avê yên li herêmê, gelek kaniyên avê ye herêmê ziwa bûne. Darên ku nehatine birin û bax û baxçeyên gel ji ber vê avê neyînî bandor dibin û hişk dibin. Herêma Gabar a ku bi pirbûyina çavkaniyên avê û cûreyên fêkiyan tê zanîn niha bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Şêniyên gundên Gabarê der barê mijarê de axivîn.
'YEK CARÊ ÇAVKANIYÊN AVA HERÊMÊ TUNE KIRIN'
Ji gundê Deştlala Alî Guven anî ziman ku petrola ku li herêmê derdixinîn çavkaniyên avê yê li herêmê hişk dike û wiha axivî: "Xwezaya Gabarê bi temamî tê talankirin. Yek carê ji holê rakirine. Hêşinahî li Gabar nehiştine. Darên wê hemû birine û bi sedan sondaj lêdane. Li wir petrolê derdixin û ev zirarê dide me. Êdî ava Gabar nayê vexwarin. Bêhna mazotê ji ava wê tê. Kaniyên Gabar hemû jehrî kirin. Ji bo me Cûdî û Gabar xwedî bi wate ye. Lê bi salane talan dikin. Dar li van deran nehiştin. Hêşinahî tu deverên Gabar de neman. Erê raste herêma Botan li ser deryaya petrolê ye. Bi ser navê petrolê xwezaya me hemû tunekirin. Çavkaniyên ava Gabar hemû qirêjkirin, jehrîkirin. Mirov nikarin wê avê vexwin. Ew kesên ku li ser Petrolê dixebitin bi xwe jî nikarin wê avê vexwin û bi tankeran ji derve ji xwe re avê dibin. Yek carê çavkaniyên avên Gabar jî tunekirin. Ev talûkeye. Li Gabar darên guzan hene, behiv hene, rez hene, darên karçînan hene û her cûreyê fêkî heye. Lê niha çi dikeve ber wan dibirin û talan dikin. Ev 35 salin gundê min qedexe ye, lê nikarim biçime. Çima ez nikarim îro tasek ava ji gundê vexwim? Jiyan ew ava ye. Gundên me ji talanê re vekirine lê ji me re qedexe ne. Em naxwazin ku xwezaya me talan bikin.Bêdengî ji bo gelê kurd mirine.Pêwîste divê ku gelê kurd vê talanê qebûl neke û li dijî qetilkirina xwezayê li berxwe bide."
'KANIYÊN ME ÇIKANDIN'
Ji gundê Meydîn Hatîce Aksoyê jî bi lêv kir ku nefta ku ji herêmê tê derxistin zirareke mezin a cidî dide çavkaniyên wan ê avê û wiha got: "Ev 35 salin ku ketina gundê me qedexe ye. Her demsala biharê em dibêjin em ê biçin ji xwe re giya kom bikin nahêlin. Darên me birin û li Gabar petrol derxistin.Çiyayê Gabar hemû ji xwe re kirin mewzî û cihê rantê. Ev 2 salin li Gabar darên me dibirin. Kaniyên Gabar hemû hişkirin û jehrîkirin. Yek kaniyek nehiştin, hemû xirab kirin. Em dema ku carna diçin wan deran fira avê nine ku em vexwin. Yek carê kaniyên me çikandin û kirin mazot. Li gel çikandina avê darên ku mayin jî hişk bûn. Piştî ku kanî nebe dê dar çawa hebe, jiyan çawa hebe? Em dixwazin ku vê talanê bidin sekinandin û bihêlin ku kaniyên me serbest biherikin."
'TU KES NIKARE AVA WÊ VEXWE'
Ji gundê Dêrşew Fatma Guzenê jî bertek nîşanî talankirina xwezaya wan da û daxwaz kir ku destê xwe ji xwezayê wan bikêşin û ev tişt gotin: "Ev çend salin li ser gundê me û axa me çi dixwazin dikin. Darên me dibirin û kaniyên me jî bi mazotê jehrî dikin. Yek jî li hemberî vê talanê dengê xwe dernaxîne. Ev çend salin nahêlin ku em biçin gundê xwe û tenê ji talanê re destûr heye. Xebata petrolê heye û petrol ketiye nav avê û tu kes nikare ava wê vexwe. Kaniyên me hemû çikandin. Darên ku mayin jî hişk bûn. Her darek bi van kaniyan dihatin avdan lê niha av jî nehiştin. Çi dixwazin wê dikin. Ji feydeyê petrolê bêtir zirarê wê gihişte me. Bila destê xwe li ser axa me û xwezaya me vekêşin."
MA / Zeynep Durgut