TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike

img

ŞIRNEX - Şîrketên TPIC û TPAO ku li Çiyayê Gabarê li neftê digerin, bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dikin. 

 
Li herêmên Gabar, Besta û Cûdî ya Şirnexê qirkirina xwezayê ya ku ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin ev sê sal in didome. Talankirina xwezayê ya di bin navê lêgerîna petrolê de li Çiyayê Gabarê hatiye dest pê kirin, dewam dike. 
 
Bi lêgerîna neftê ya li herêmê re, çavkaniyên avê yên herêmê qirêj dibin û tune dibin. Li gel texrîbata xwezayî heta niha bi hezaran dar jî hatine birîn. Li herêma Êrê ya Gabarê di dîmenên ku herî dawî hatine kişandin de dixuye ku Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û Şirketa Navnetewî ya Petrolên Tirkiyeyê (TPIC) ku li herêmê neftê derdixînin keviran bi dînamîtan diteqînin. Li gel teqandina dînamitan dar û daristan di bin tozê de dimînin. Di dîmen de kuleyên leşkeran ê ku dixuyin jî careke din nişan dide ku ev dînamît di bin çavderî û ewlehiya leşkeran de tên teqandin.