AMED - Li Licê ji bo maden sifir dar û ber tên birîn û ev proje rê li ber talûkeya jîngehan vedike. Parêzer Ahmet Înan ji bo “sekinandina rêvebirinê” projeye serlêdan kir û got gundên di salên 90’î de hatine valakirin îro bi madenê tên tunekirin.
Ji bo kana sifir a ku tê plankirin li herêmeke mezin ên dikeve sînorên gundên Zengesor, Heşeder, Mizak, Bayirli û Şaxur ên bi ser navçeya Licê yên Amedê ve bê vekirin, di sala 2020'an de rapora "Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ne lazim e" hat dayîn. Şîrketa Dimin Madencilik a ji Konyayê piştî raporê dest bi xebatên sondajê kir. Li herêmê bi hezaran dar hatin birîn, zirareke mezin da xwezayê. Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê li ser serlêdana şêniyên gundan ketin tevgerê. Li dijî projeya vê şirkete, bi daxwaza "sekinandina rêvebirina” projeyê serî li dadgehê dan.
‘EM KANÊN SIFIR NAXWAZIN’
Li aliyekî pêvajoya hiqûqî berdewam dike, li aliyekî jî şirket li herêmê dixebite. Ji şêniyên gundê Şaxûrê Mehmet Yilmaz bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku nêzî 2 sal in qada daristanî tê tunekirin. Yilmaz diyar kir ku li mezraya Bîlgîlî ya bi ser gundê Bayirliyê ve li cihê ku dar hatine birîn qereqol jî hatiye çêkirin. Yilmaz bal kişand ku qadên jiyanê yên hemû zindiyan di xetereyê de ye û wiha got: "Her wiha hemû baxçeyên zebze û fêkî û heywanên ku gundî ji bo debara xwe bikin xwedî dikin dê di vê rewşê de tune bibin. Em teqez madenê naxwazin ku li herêma me bê vekirin û em naxwazin ev şîrket li vir madenê derxe. Daxwaza me ew e ku demildest ev kana madenê bê betalkirin û ev şîrket ji herêmê bê derxistin.”
‘TIŞTEK BÊQANÛNÎ HATIYE KIRIN’
Sekreterê Komîsyona Bajarê û Hawirdorê ya Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan jî mijara navborî bir dadadgehê û serlêdana betalkirina projeyê kir. Înan da zanîn ku dema ev şirket hatiye avakirin ango di pêvajoya ÇED’ê de li fikra xelkê herêmê nehatiye guhdarîkirin û ji bo li gundiyan nehatiye guhdarkirin tiştek bêrêbazî û bêqanûnî hatiye kirin.
‘DIXWAZIN GUNDÊN SALÊN 90’Î TUNE BIKIN’
Înan detnîşan kir ku debara şêniyên herêmê mêşvanî û xwedîkirina heywanan e û wiha got: "Mêşvanî, daristan û bexçe dê tune bibin. Dema ku şêniyên herêmê nikaribin heywanên xwe biçêrînin dê koçî ku derê bikin? Aliyê vî karî yê rantê jî heye. Ji aliyê siyasî ve jî gundên ku di salên 1990'î de bi bomberanan hatin valakirin, îro tê xwestin bi projeyên maden û HES'an bên tunekirin. Hewl didin vê sîstemê li gorî qanûnan pêk bînin. Ev talankirin wê gundiyan neçar bihêle ku ji cih û warên xwe derkevin û em vê rewşê qebûl nakin."
Înan bang li pêkhateyên bajêr kir ku li ber van projeyên tunekirina gundan û xwezayê rabin û dengê xwe derxin.
MA / Mujdat Can