Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime

img

RIHA - Prof. Dr. Riza Ozturkmen diyar kir ku şewatên ku zêde dibin ji ber krîza avhewayê ye û hişyarî da ku heke krîz bidome dibe ku kêmbûna avê û qitûtiya avê biqewime. 

Bûyerên xwezayî yên wekî ziwabûn, ji nişka ve guherîna germahiyê, lehî û şewata daristanan diyar dikin ku krîza avhewayê ya gerdûnî dê hîn kûrtir bibe. Nûnerê Weqfa Têkoşîna li dijî Erozyon, Darçandin û Parastina Xwezayê (TEMA) ya Rihayê Riza Ozturkmen rîskên muhtemel ên krîza kûrewî ku diqewime nirxand.
 
Ozturkmen bal kişand ser ji nişka ve guherîna şert û mercên hewayê û liv û tevgerên cemedê ji ber guherîna avhewayê pêk tê û diyar kir ku encamên krîzê tesîreke mezin li Tirkiyeyê kiriye. Ozturkmen diyar kir ku li Rihayê salane 462 milîmetre baran dibare, lê bi baranên ku ji nişka ve nayên çaverêkirin, li bajêr her roj 150 milîmetre baran dibare û destnîşan kir ku ji ber krîza avhewayê germahiya zêde ji asayîbûna demsalî gelek derbas kiriye. 
 
ŞILÎ ANKU BARANA JI NIŞKE VE 
 
Ozturkmen bal kişand ser barana ji nişkeve dibare û got: "Helbet di mehên tîrmeh-tebaxê de li Rihayê germahiya hewayê zêde ye. Helbet di van mehan de kes ne li bendê ye ku hewaya Rihayê hênik bibe. Lê li gorî min barana zêde ya meha hezîranê an jî bi lez zêde dibe û kêmbûna baranê nîşana nelihevî an jî guherîna avhewayê ye." 
 
Ozturkmen diyar kir ku şewatên ku di van demên dawî de zêde bûne, encama guherîna krîza avhewayê ye û wiha got: "Yek ji sedemên herî mezin ên şewata daristanan û şewata pirêzeyan zêdebûna tundî û belavbûna wan dîsa encama xerakirina ahengiya xwezayê ye. Çimkî êdî bi xwezayê tê lîstin û xera dikin.” 
 
BETON DIBE SEDEMEKE GIRÎNG
 
Ozturkmen ku yek ji sedemên herî girîng ên krîza avhewayê betonê dinirxîne, destnîşan kir ku ji ber vê sedemê li bajaran germbûna lezgîn çêdibe. Ozturkmen diyar kir ku ferqa germa hewaye ya di navbera bajêr û gundan de gihiştiye 6-8 pileyan û got: “Germ bi leztir li ser tevgeren ewr û bayê tesîr dike. Dibe ku di rojên pêş de em hewayên cuda û hereketên hewayê yên cuda bibînin."
 
'QITÛTIYA AVÊ LI BENDA ME YE’ 
 
Ozturkmen da zanîn ku berdewamiya dînamîkên ku krîzê daye destpêkirin dê bibe sedema germbûnê û germahî zêde bibe. Ozturkmen diyar kir ku ji ber krîza dewam dike dibe ku pirsgirêkên wek kêmbûna avê û qitûtiya avê rû bidin û got: "Li dijî krîza avê divê pergala teserûfê bê avakirin." 
 
Ozturkmen anî ziman ku ji bo çareseriya krîzê dê mudaxileyên herêmî têrê nekin û destnîşan kir ku têkoşîna li ser asta cîhanê pêwîst e.
 
MA / Ceylan Şahînlî