Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome

ŞIRNEX - Talankirina xwezayê ya li herêma Komateyê ji hêla cerdevenan ve hatiye destpêkirin bênavber didome. 
 
Talankirina xwezaya navçeya Elkê ya Şirnexê didome. Cerdevanên ku darên li herêma Çiyayê Komateyê dibirin, van daran bi traktoran vediguhêzin pêşiya Qereqola Xabûr-2’yê ya li navçeya Qilebanê. Darên berûyê yên li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê tên birîn jî li vir li TIR’an tên barkirin û ji bo firotinê dibin bajarên cuda.