Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir

img
ENQERE - Hevdîtinên teklîfa kuştina ajalên li kolanan, bi protestoyên parlamenterên muxalefetê ji nû ve dest pê kirin. 
 
Hevdîtinên teklîfa derbarê kuştina ajalên li kolanan, di Komîsyona Çandinî, Daristan û Karûbarên Gundan a Meclisê de tên lidarxistin. Hevdîtinên ser teklîfê, bi protestoya parlamenterên muxalefetê dest pê kirin.  
 
NUNERÊN RÊXISTINÊN SIVÎL NEGIRTIN MECLISÊ
 
Yekem civîna derbarê teklîfê de di 18’ê tîrmehê de dest pê kir. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî ku li hemberî teklîfê ne, negirtin hundir. Parastvanên mafan, pisporên mijarê, nûnerên saziyên sivîl û parêzer hevdîtinên ku heya serê sibê dom kirine ji ekranên li korîdorê hatine danîn temaşe kirin. 
 
Nûnerên saziyên sivîl ji bo îro jî tev li civînê bibin hatin Meclisê lê belê destûr nehat dayîn ku têkevin li Meclisê. Herwiha ekrana danîbûn korîdorê jî hate rakirin. 
 
DAXWAZÊN MUXALEFETÊ HATIN REDKIRIN
 
Partiyên muxalefetê bertek nîşanî negirtina komîsyonê ya nûnerên rêxisitinên sivîl ên civakî dan. Parlamenteran bi lêdana maseyan teklîfê protesto kirin. Lê belê serokê komîsyonê yê AKP’î Vahît Kîrîşçî daxwazên muxalefetê red kirin. 
 
‘DÊ DI CIVAKÊ DE GENGEŞIYEKÎ MEZIN DERBIKEVE’
 
Piştî xwendina madeyên teklîfê Parlamenterê CHP’î Alî Mahîr Başarir mafê axaftinê girt û bal kişand ser xalên 4’emîn û 5’emîn. Başarir da zanîn ku ev her du xal bi pirsgirêk in, şaredarî dê bi xwe jî karibin vê mijarê çareser bikin û wiha got: “Teklîfekî me heye. Em fon jî peyda bikin. Bi vê yekê em wan (ajal) di cihê wan de bi derziyê bixesînin û bidin jiyîn. Dilê gel jî bi vê rêbazê heye. Nexwe em nikarin pirsgirêkê bi otenaziyê çareser bikin. Heke teklîf derbas bibe dê di nava civakê de gengeşiyekî mezin derbikeve.”
 
‘SEDAN POLÎS BARÎKAT AVA KIRIN’
 
Di komîsyonê de parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr anî ziman ku ji sedî 85’ê civakê li hemberî teklîfê ye û xwest teklîf paş de were kişandin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenşayaşar jî diyar kir ku di hundir û derveyî Meclisê de sedan polîsan barîkat ava kirine û ev tişt anî ziman: “Ev rewş kêrî Meclisê nayê. Gelo we çima televîzyon da rakirin. Gelo we ji bo civak ji hevdîtinan bêyagahî bimîne da rakirin. Gel ji me dipirse, bê ka otenazî çi ye. Otenazî giyanekî xwedî îrade, bi îradeya xwe dawî li jiyana xwe bîne ye. Lê belê amadekarên vê teklîfê divê otenaziyê ji civakê re vebêjin.” 
 
Şenyaşar axaftina xwe wiha domand: “Em aligirê jiyandinê ne. Em ne aligirê kuştin an jî otenaziyê ne. Heke pirsgirêkekî ajalên li kolanan hebe, divê bi zirara herî kêm ev pirsgirêk were çareserkirin. Li cîhanê sepanekî bi vî rengî nîn e. Divê teqez madeyên 4’emîn û 5’emîn ji teklîfê werin derxistin.” 
 
Hevdîtinên komîsyonê berdewam dikin.