Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komisyona Ekolojiyê ya KNK'ê Serwer Qeredaxî, diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê pêşiya texrîbateke mezin a xwezayê vekiriye û destnîşan kir ku ev êriş ne tenê mirovan dikujin ekosîstema herêmê jî tune dikin.  
 
Êrişên dewleta tirk ên di 17'ê nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên girêdayî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Di encama êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine destpêkirin de, li gorî daneyên CPT'yê tenê di nava 6 mehan de herêm 833'an caran hatiye bombebaran kirin. Di encama bombebaranan de heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ji ber bombebaranê bi dehan herêmên daristanî jî hatin şewitandin. Di van  şewatan de gelek nebat, dar û zindiyên ku nifşê wan ber bi tunebûnê ve ne jî hatin şewitandin. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) Serwer Qeredaxî, der barê zirarên êrîşên dewleta tirk ên li ser xwezaya herêmê de axivî.
 
XAKA HERÊMÊ BÊBER DIMÎNE
 
Qeredaxî ya anî ziman ku ji ber êrişên ku bi salane didomin axa herêmê bêber dimîne, got ku ji ber êrişên kimyewî li herêmê gelek nebat û zindî  tune bûn û wiha axivî: “Li ber çavê dinyayê dewleta tirk a dagirker çend sal in êrişî başûrê Kurdistanê dike. Van êrişên xwe jî ji hewayî bi bombebaranê didomîne. Heta niha bi sedan çiya, dol, zevî bax û baxçeyên şeniyên herêmê bombebaran kirine. Ji ber van bombebaranan jî gelek qadên daristanan şewitîne. Heta niha bi hezaran donim erd û zeviyên şeniyê herêmê hatine şewitandin. Di encama van bombebaranan û şewatan de organîzmayên biçûk, nebat û zindiyên ku nifşê wan ber bi xelasbûnê ve diçe şewitîne. Ev bombebaran ne tenê zirarê dide şeniyên herêmê zirara herî mezin dide xwezayê. Ji ber ku bi çekên kimyewî êriş dike ev êriş xaka herêmê hişk dike û dibe sedem ku bêber bimîne. Çavkaniyên avê yên herêmê tune dike. Ev êriş dibin sedem ku tu salan qasî van salên ku êriş destpêkirine xaka herêmê evqas bêber nemaye.”
 
'WIHA BIDOME DÊ LI HERÊMÊ QADÊN BÊHN STANDINÊ NEMÎNIN'
 
Serwer Qeredaxî, bi lêv kir ku ji ber van êrişan li herêmê qadên daristanî û jiyanî tune dibin û wiha got: “Ji ber van êrişan heta niha yek tevgereke ekolojiyê nekariya biçe cihên ku rastî êrişan tên. Ji ber wê jî destûr nayên dayîn ku çavderiyên gel çêbibin. Li gorî daneyên CPT'yê dewleta tirk tenê di nava 6 mehan de 833 caran herêm bombebaran kiriye. Ev bi xwe tê wateya qirkirina xwezayê û tunekirina ekosistemê. Ev êriş hemû nirxên xwezayî binpê dike. Li ber çavê hemû dinyayê xaka Başûr tê dagirkirin. Heta niha hikûmeta herêmî û navendî li dijî van êrişan bertek û helwest nişan nedaye. Ev jî cihê xemginiyê ye. Heke ku ev êriş wiha bidomin dê li herêmê qadên bêhn standinê neminin.” 
 
'ÇEKÊN KÎMYEWÎ EKOSÎSTEMÊ ÎMHA DIKE' 
 
Qeredaxî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên çekên kîmyewî û wiha bi dawî kir: “Bikaranîna çekên kimyewî zirareke mezin dide xaka herêmê. Ev çek ne tenê mirovan dikuje. Ev çek hemû ekosistema xwezayê îmha dike û tune dike. Deverên ku nikarin bikevinê jî daran dibirin. Bi çêkirina rêyên nû daran dibirin û avê qirêj dikin. Ev bi tena serê xwe qirkirineke xwezayî ye. Ev  wêrankirina xwezayê ye. Ev ê bandoreke gelek mezin li ser pêşeroja mirovahiyê bike. Ji ber vê jî divê ku di asta navnetewî de hawirdor û xwezaperest li dijî vê dijminatiya xwezayê derbikevin. Divê ku rêxistinên navneteweyi, hikûmeta Iraq û Herema Kurdistanê li dijî binpekirinên giran en dewleta tirk a dagirker ku bi balafir, wesayitên zirxî û çekên kimyewî li dijî jîngeha me dike, bêdeng nemînin.”
 
 
MA / Zeynep Dûrgût