ŞIRNEX - Şewata sê roj berê li Çiyayê Gabarê derketibû hate vemirandin. 
	Sê roj berê li girên Guneş û Ziyaretê yên Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ku birîna daran û talana ekolojîk lê didome, şewat derketibû. Şewat, piştî sê rojan hate vemirandin. Ji ber şewatê bi sedan darên li herêmê şewitîn. 
	Qirkirina daran a bi destê cerdevanan a li herêma behsa xeberê didome. 




