Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê

img

ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê birîna daran û talana neftê dewam dike. Di dîmenên ku nû hatine kişandin de tê dîtin ku darên sedsalî ku hatine birîn li dehan kamyonan tên barkirin û tên vekişandin. 

Li çiyayên Gabar û Cûdî û herêma Besta, Qaşûran û Elkê yên Şirnexê birîna daran û talana neftê bênavber didome. Herêma ku zêdeyî 3 sal in dar lê tên birîn, bi teqandina dînamîtan tê wêrankirin. Çiyayê Gabarê ku her roj dewlet pesnê xwe dide û propagandaya neftê dike, tê xerakirin. Di pêvajoya tunekirina xwezayê ya 3 salan de herêm bi giştî ber bi wêranbûnê ve diçe. Talana xwezayê li herêmên cuda belav dibe. Çiyayê Gabarê ku bi salane her mehê carekî tê qedexekirin her carê bi hinceta "herêma qedexe ye" nahêlin şeniyên herêmê biçin gundên xwe.  
 
Di dîmenên nû yên ku li herêma Biyavê ya Çiyayê Gabarê hatine kişandin de, tê dîtin ku darên sedsalane yên hatine birîn bi dehan kamyonan tên barkirin û tên vekişandin.