MÛŞ - Bi helîna berfê re li Deşta Mûşê Berfînan kulîlk vekirin.
	Li Deşta Mûşê ev 5 meh in zivistaneke zor û zehmet hat derbaskirin. Berfîn û pîvokên ku nîşaneya bidawîbûna zivistanê û mizgîniya hatina biharê ne, li Deşta Mûşê kulîlk dan. Çîçekên ku tevî çiyayên biberf dîmeneke rê li ber dîmenên rengîn vedikin, bala xwezahezan dikişînin. 
	Hewayê sar ê li cihên bilind, li Deşta Mûşê cihê xwe daye hewayeke nerm û bi vê yekê re jî xweza hêdî hêdî zindî dibe. Berfîn û pîvokên li quntarên çiyayan vebûn, bi şînkatiyê re dîmenên mîna bihûştê bi xwe re anî. Çîçekên ku mizgîniya hatine biharê ne, bala wênekêşan û geştiyaran dikişînin. 
	MA / Rûken Polat




