Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev

  • rojane
  • 09:57 13 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Malbata Elma ku rayedarên dewletê cenazeyê keça wan Nadîre Elma ji Goristana Xerzanê revandibûn ATK'a Stenbolê û li Goristana Kilyosê defin kiribûn, cenazeyê keça xwe Elma li Gundê Marînê yê Nisêbinê li tenişta cenazeyê bavê wê defin kirin. Piştî testa DNA li hev hat, malbatê cenazeyê Nadire Elma girtin û li tenişta cenazeyê bav defin kirin. Keç û bav piştî 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev. 

Malbata Elma ku 26 salin li cenazeyê keça xwe Nadîre Elma digerin piştî 26 sal şûnde gihiştin hestiyên keça xwe. Piştî xwîna malbata Elma û keça wan a li Goristana Kîlyosê hatibû definkirin li hev hat, cenaze ji Goristana Kîlyosê girtin û birin li tenişta cenazeyê bavê wê yê bêyî keça xwe bibîne jiyana xwe ji dest dabû, defin kirin. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê.  Di 18'ê Gulanê de derket holê ku cenazeyan 261 kesan li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan definkirine. Yek ji cenazeyên ku li Goristana Kîlyosê hatibû definkirin jî cenazeyê Nadire Elma’ya (Nalin Mardin) bû. Cenazeyê Elma piştî 26 salan li gundê ku lê ji dayik bûye li tenişta cenazeyê bavê wê hat definkirin.
 
Dayika Nadire Elma Mecbure Elma ya 67 salî, diyar kir ku keça wê hêj 14 salî bû di sala 1992'an de piştî rastî tundî û zilma dewletêhat ket şopa lêpirsîna ziman, çand û nasnameya xwe û çû çîyê. Mecbûre Elma, anî ziman ku piştî keça wan derket çiya û tev li PKK'ê bû zextên li ser wan zêdetir bûn û wiha got: "Xwestin em bibin cerdevan. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, me di sala 1994'an de koçî Stenbolê kir. Nadire, di sala 1999'an de li Navçeya Hawêlê ya Sêrtê di şer de li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Em di 2007'an de fêr bûn ku keça me jiyana xwe ji dest daye." Malbat piştî fêr bûn keça wan jiyana xwe ji dest daye ket şopa cenaze û di sala 2015'an de fêr bûn ku cenazeyê keça wan li Goristana Xerzanê hatiye definkirin. Malbat dema çûn Goristana Xerzanê dîtin ku li nava goristanê gora li ser ‘Nalin Mardin’ hatiye nivîsîn heye. Mecbûre piştî çend sal şûnde dît ku cenazeyê keça wê Nadire li goristana Xerzanê hatiye definkirin. Lê dema cenazeyê keça xwe dîtin, Bav Abdulkerim Elma li nexweşxaneya Êlihê di komayê de bû û hişê wî ne li serê wî bû. Lê her çend Mecbûre ji hevjînê xwe Abdulkerim re got 'Vay me Nadîre dît were ser hişê xwe' jî carek din bav çavê xwe venekir û jiyana xwe ji dest da. Piştî malbatê cenaze dîtin 3 roj şûnde bav li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
CENAZE LI TENIŞTA YÊ BAV DEFIN KIRIN
 
Cenazeyê bav li GunDê Marinê yê navçeya Nisêbînê defin kiribûn. Piştî cenazeyê Nadîre Elma ji goristana Xerzanê revandin Goristana Kîlyosê, malbatê serî li serdozgeriyê da û xwîn dan. Malbatê di 13'ê Kanûna 2019’an de cenazeyê keça xwe Nadire Elma wergirt û di 14'ê Kanûna 2019'an de li Gundê Marînê yê Nisêbîna Mêrdînê li tenişta cenazeyê bavê wê defin kirin. Piştî ku Nadîre Elma tev li PKK'ê bû, 26 sal şûnde cenazeyê Elma li tenişta bavê wê definkirin. 
 
Dayik Mecbure Elma, anî ziman ku daxwaza wan a herî mezin ew bû ku bigêjin hestiyên keça xwe û wiha got: "Bav bi hesreta keça xwe çû. Bi çavê xwe gora keça xwa nedît. Ji ber vê yekê dema me cenazeyê keça xwe girt, me li tenişta yê bavê wê defin kir. Di gorê de keç û bav gihiştin hev. Mafê tu kesî tune ku vê yekê bînin serê Kurdan. Dema me dît cenazeyê keça me li Goristana Xerzanê ye êdî keyfa me hat ku gora keça me heye û em dikarin li ser şînê bigirin. Lê piştî 2 salan bêyî agahiya me cenaze revandin û li peyarêya Goristana Kîlyosê defin kirin. Me ewil li Bedlisê xwîn da, piştre em çûn Enqereyê. Ji wir jî em çûn ATK'a Stenbolê. Herî dawî em fêr bûn ku cenazeyê keça me li Goristana Kilyosê hatiye defin kirin. Dema em çûn cenazeyê keça xwe bigirin, me dîtin ku cenaze tev xistine qutiyan û tev li ser hev veşartine. Em dayik in. Em dixwazin xwîn raweste. Çima her kes di cejna de diçin ser gorên zarokên xwe û çima em nikarin biçin ser gorên zarokên xwe? Çima gora zarokên me xera kirin. Ji ber ku em Kurd bûn gora zarokên me xera kirin. Ma mafê Kurdan tune ? Ez 67 salî me. Ez bi Tirkî nizanim. Zarokên me ji bo ziman, çand û nasnameya xwe çûn çiyê. Piştî jiyana xwe ji dest dan jî vê carê hestiyên wan ji gorê derdixin. Nahêlin di gorê de jî bistirin. Em dayik in. Em naxwazin zakên dayikan bên kuştin. Keça min 28 sal berê ji ber zilmê çû. Ew qas salin îşkence, zilm zext û zordariya polîs, esker û dewletê ji ser dayikên Kurdan kêm nabe. Dema me cenazeyê xwe dît em kêfxeş bûn. Ev çawa tişt e. Çawa çêdibe ku mirov cenazeyê zarokên xwe dibîne kefxweş dibe? Tişta li me tê kirin hovîtî ye. Ji hestiyên zarokên me ditirsin û êrîş dikin. Ma ne guhen e? Çi ji hestiyên zarokên me dixwazin? Hestiyên zarokên me di qutiyê de dan me. Ma tiştek ji vê êşê mezintir û girantir heye? Heta ez bijîm ez vê yekê ji bîr nakim." 
 

Sernavên din

14/06/2020
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin
09:41 Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin
09:27 Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim
09:21 70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin
09:21 Rojnameger Muyesser Yildiz şandin girtîgehê
09:09 Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin
09:09 Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike