Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt

img

STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû têkildîr 50'emîn salvegera "Berxwedana Karkeran a  15-16'ê Hezîranê" axivî û got: "Çawa 50 sal ber çîna karkeran xwedî li sendîkayan derket dê îro jî bi heman hişmendiyê xwedî derkeve." 

Li  Tirkiyê ji bo çîna karkeran "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" ku çirûska wê ya ewil di sala 1967'an de pêket xwedî cihek girîng e. Karkeran ji bo sendîkavaniyê parast ji sendîkaya Turk-Îş'ê hatin îxrackirin û di heman salê de wan karkeran Konfedarasyoan Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ava kirin. Di bin sîwana DÎSK'ê de çalakî û şahiyên karkeran zêde bûn û berfireh bûn. Di sala 1970'î de Partiya Edaletê wê demê hikumet bû bi xala hejmara 274-275'an yasaya sendîkayê guhert û xwest DÎSK'ê tasfiye bike. 
 
3 KES TÊN KUŞTIN Û 200 KES BIRÎNDAR DIBIN 
 
Li ser vê yekê di 15'ê Hezîrana 1970'î de bi beşdariya 115 kargehan û 75 hezar karker û di 16'ê Hezîrana 1970'î de bi beşdariya 168 fabrîka û 150 hezar karker ku wek "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" tê nasîn dest pê kir û li tevahiya Stenbol û Kocaeliyê belav bû. Ev çalakî bûn sedema ku li gelek kargehên sendîkaya Turk-Îş lê birêxistin kiribû beşdarî berxwedanê bibin. Fabrîka hemû rawestiyan û li her aliyê karkeran meşan û xwepêşandanan û mitîngan li dar xistin. Di 16'ê hezîranê de polîsan êriş bir ser meşa karkeran û di encamê de 2 karker û esnafek jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan û nêzî 200 kesî jî birîndar bûn. Di xwepêşandanan de gelek karker û reyedarên sendîkaya DÎSK'ê hatin binçavkiri nû girtin. 
 
Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û CHP li dijî yasaya hatiye guhertin derketin û mijarê birin Dadgeha Qanûna Bingehîn û li ser vê yekê yasa di 9'ê sibata 1972'yan de hat betalkirin. 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bi boneya 50'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê axivî û qala wê pêvajoyê kir û got ew yasa bi berxwedana karkeran hat betalkirin. 
 
'BERXWEDANA 50 SAL BERÊ RÊYA ME RONÎ DIKE' 
 
Çerkezoglû diyar kir ku di şertên pêvajoya koronayê de girîng bû ku karker sendîkavayî bûn û îqtîdar şertên şewbê veguherand fersendê. Çerkezoglû da zanîn ku di pêvajoyek wiha girîng de berxwedana 15-16'ê Hezîranê rêya têkoşîna wan ronî dike. Çerkezoglû anî ziman ku hemû cîhan li dijî pergala heyî ye û karker û kedkar li cîhanê dixwazin di nava jiyanek xweş û azad de bijîn û ji bo zordestiya îqtîdaran li dijî pergala heyî bi îtîraz in. Çerkezoglû destnîşan kir ku ji bo hemû karker û kedkaran têkoşîna hervpar êdî şert e û divê bi hev re tevbigerin. Çerkezoglû anî ziman ku ji destpêka pandemiyê ve hemû polîtîkayên îqtîdarê ji bo sermayê ne û di vê pêvajoyê de karker û kedkaran zehmetiyên mezin kişandin û got: "Yek ji mafê herî bingehîn ê karkeran tazmînata qidemiyê ye. Dixwazin vê tazmînata qidemiyê nedin. Ev yek jî desteserkirina tazmînata qidemê ye. Em ê xwedî li tazmînata qidemê derkevin. Çimkî xeta me ya sor e û keleha me ya dawî ye. Çawa ku karker 50 sal berê di 15-16'ê Hezîranê de xwedî li sendîkaya xwe derketin wê îro jî bi heman ruhî xwedî li tazmînata qidemê derkevin. Ez bi salvegera 50'emîn a berxwedanê bang li hemû karkeran dikim mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin û bibin endamê DÎSK'ê." 
 
 
 
 

Sernavên din

16/06/2020
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine
09:01 Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin
09:01 'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn'
09:01 Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
09:01 Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye
09:01 Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin
09:01 Dêra keldaniyan tê rûxandin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:21 Partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kirin
08:07 Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê
15/06/2020
23:13 Bradostê bombebaran kirin
21:03 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:47 Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da
17:03 Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye
16:46 Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
16:02 Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e
15:27 Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan
15:23 Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan
15:18 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
15:06 Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê
15:05 Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin
14:28 Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye
14:27 Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin
14:17 Li Mêrdînê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
14:10 Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê
13:52 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da
13:01 Bûldan: Heta aştî, azadî û demokrasî were wê ev meş bidome
12:50 TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
12:44 Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk
12:42 HDP’ê li Colemêrgê start da: Em ê ji bo çareserî û edaletê bimeşin
12:31 Polîsan li Wanê avahiya HDP’ê dorpêç kir
12:15 Polîsan li Edîrneyê mudaxileyî ‘Meşa demokrasiyê’ kir
12:02 Piştî du salan testa DNA’yê derket
12:01 Erdhejê bandorek neyînî li ser gundên Kanîreş û Çêrme kir
11:52 Girtiyên siyasî yên Sîlîvrî dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin
11:34 Li Idlibê zingil ji bo Tirkiyê lê dide
11:24 Berî meşa HDP’ê li Colemêrgê OHAL
10:55 KCD: Bi êrîşan dixwazin meşa demokrasiyê provoke bikin
10:38 Ji bo Bradostê amadekariya operasyonê tê kirin
10:36 BTS: Sedema qezayan sîrgûn û tayînkirinên bêliyaqetin
10:11 Kanîreş bi pileya 5.6 dîsa hejiya
09:52 Polîsan avahiya HDP’a Edîrneyê dorpêç kir
09:08 ‘Bila kuştina jinan en bi gumanbar eşkere bikin’
09:07 Li Amedê 150 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
09:06 Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt
09:06 Karkerên tersxanê: Ya ji birçiya ya jî ji koronayê em ê bimirin
09:05 Xweşikiya bêhempa ya Zozanên Feraşînê
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:43 Dikandarên Cizîrê ji ber koronayê derabeyên xwe girtin
08:42 Di lêpirsîna parvekirina zayendperest de kesek din jî hat binçavkirin
08:18 Balafirên şer Kampa Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran kirin
14/06/2020
21:46 Bertek nîşanî şaredariyê dan û xwestin xwe bişewitînin
21:12 Şandeya HDP'ê li Colemêrgê bi coş hat pêşwazkirin
20:57 Li Tirkiyê 15 kesên din jî bi koronayê mirin
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin
15:23 Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
15:15 Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin
14:57 Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin
14:44 ‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’
14:42 Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin
14:08 Polîsan bi TOMA'yan avahiya HDP'ê ya Stenblê dorpêç kirin
13:54 Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:42 TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese
13:33 Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir
12:49 Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir
12:48 Onlu: Meşa me dest pê kiriye
12:05 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:57 Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir
11:57 Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye
11:11 Ji TEV-DEM'ê hişyariya 'Qanûna Qeyserê'
10:55 Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin
10:37 'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'
10:34 Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in
10:06 Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir
09:13 Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan
09:06 'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'
09:03 TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye
09:02 Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin
09:02 Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest!
09:02 Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin!
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin