Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd

  • rojane
  • 09:01 14 Îlon 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Dogan Çetîn ê li Erdîrneyê eskeriya mecbûrî dike gava dibêje "Xwezî perwerdehiya bi kurdî hebûna" du esker bi qundaxên çekên xwe li serê wî dixin. Piştî vê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Dogan jî giliyê her du eskeran dike. Dogan got, hin fermandar xwedî li eskerên êrîşkar derketine û niha tu ewleyiya wî tuneye. 
 
Çetîn Dogan (20) ku li navçeya Suloglû ya Edîrneyê li Fermandariya Tûgaya Piyadeyî ya 54'an eskeriyê dike, li eskeriyê bi êrîşa hin eskeran re rû bi rû maye. Li gor agahiyên bi dest ketin, bûyer di 15'ê Tebaxê de qewimiye. Ji ber ku Çetîn bi hin eskeran re bi kurdî axiviye û perwerdehiya bi kurdî parastiye, eskeran êrîş birine ser wî. Esker bi tivinga HK33 li Çetîn dixin. Di êrîşê de serê wî û hin deverên din ên laşê wî derbê dixwin û hestiyê pozê wî û eniya wî jî şikiyaye. Piştî êrîşê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Piştî 3 rojên li nexweşxaneyê tê emeliyatkirin. 
 
GILÎ KIR 
 
Çetîn, piştî tê tabûrcîkirin, li Enqereyê hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Serokatiya Serfermandariyê re pêk tîne. Lê belê tu tişt ji hevdîtinê dernayê. Li ser vê Çetîn bi destûr tê bajarê xwe Mêrdînê û têkildarî bûyerê li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê giliyê kesên tiliya wan di bûyerêd e heye dike. 
 
Çetîn, di daxwaznameya xwe de gotiye: "Roja bûyerê ez û hin hevalên xwe yên kurd leqayî hev hatin û me bi kurdî xeber da. Hin eskerên bûn şahidê bûyerê êrîş anîn ser min. Ên êrîş anîn ser min qesda wan canê min bû."
 
Çetîn xwest kesên êrîş birine ser wî bi sûcên "Helwdana ji bo kuştinê, derbkirin, birîndarkirina biqesdî, heqaret, gefxwarin, çêrkirin, cihêkariya zimên û nîjadê" bên cezakirin. 
 
Çetîn, der barê tiştên hatin serê wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘JI BER KU MIN GOT XWEZÎ ME PERWERDEHIAY BI KURDÎ BIDÎTA' 
 
Çetîn, anî ziman ku niha 4 birayên wî jî ji mecbûrî li eskeriyê ne û got, li eskeriyê terzî ye. Çetîn, bilêv kir ku beriya êrîşê eskerên bi navê Y.K. û Û.K. dîtin ku es bi eskerên kurd re bi kurdî diaxivim û got, piştî eskerên êrîşkar gazî wî kirine çûye cem wan û hinekî sohbet kirine û di sohbetê de mesele hatiye ser kurdan. Çetîn diyar kir ku di dema sohbetê de gotiye "Rihayî, şirnexî, wanî xwişk û birayên min in. Em hemû kurd in, lê ji hev fêm nakin. Xwezî me perwerdehiya bi kurdî bidîta. Heger perwerdehiya bi kurdî heûna me yê pir baş ji hev fêm bikira." Çetîn, anî ziman ku gava wisa gotiye eskerên li cem wî bi çavekî din lê nêrîne. Çetîn, diyar kir ku piştî sohbet qediyaye heman eskeran dîsa gazî wî kiriye û wî birine cihekî ku kamera lê tunebûne. 
 
‘TIŞTEKÎ PLANKIRÎ' 
 
Çetîn, anî ziman ku Y.K. wî daye ber xeberdanê û got: "Di navbera min û Û.Y. de tu tişt û qayişkêşan çênebûbû. Gav min pişta xwe dayê got, 'Tu yê hesabê şehîdan bidî.' Çawa min pişta xwe dayê bi çekê li nav çavê min xist. 9 kêl li canê min xistin. Pozê min şikiya. Gava ketim erdê jî li min xistin. Bi perçeyên din ên çekê. Parxanê min deririzye. Hîn jî diêşim. Ji ber ku bi pehînan li min xistine dewsa wan xuya nake. Ev kes beriya bûyerê 10-15 deqe bi hev re axivîne. Ev tiştekî plankirî bû. Bi qesdî kirin." 
 
Çetîn, bilêv kir ku kesekî ku wî nas nedikir ew ji nav lepên êrîşkaran derxistiye û wî rakirine nexweşxaneyê. Çetîn, diyar kir ku piştî nexweşxaneyê hatiey tabûrcîkirin û cardin hatiye qişleyê. Çetîn, anî ziman ku gava vegeriyaye ew û êrîşkaran leqayî hev hatine û got, êrîşkaran der barê wî de ji fermandar re gotine "ew terorîst e" û piştî vê fermandar jî li gor wê nêzîk bûye û tevgeriyaye." 
 
Çetîn anî ziman ku piştî vê fermandarê bi navê A.Aç gotiye: "Tu terorîst î, tu qeleş î, çawa te anîne xistine nav eskeran." Çetîn, bilêv kir ku tenê efserekî bi navê T. xwedî lê derketiye û got, bi xêra wî sax filitiye. Çetîn, anî ziman ku paşê destûr wergirtiye û hatiye Mêrdîn. 
 
ESKERÊN KURD BI XETEREYÊ RE RÛ BI RÛ NE 
 
Çetîn, anî ziman ku paşê çûye Serokatiay Serfermandariyê û li wir rayedarekî jê re gotiye: "Tiştekî ku ji destê me bê tuneye. Bûyer li darazê ye." Çetîn, ji bo tiştên hatine serê wî got "nîjadperestî" ye. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku li eskeriyê eskerên kurd bi xetereyê re rû bi rû ne. 
 
ESKERÎ: LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN 
 
Her wiha Çetîn tişta hatiye serê wî ragihandiye Navenda Ragihandinê ya Serokkomartiyê (CÎMER) e û jê re gotine lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

18/09/2020
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin