Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...

  • rojane
  • 09:17 7 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê ji ber "Nexşerêya" ku Ocalan berpêşî DMME'yê kiribû hevdîtina parêzeran heya 6 mehan qedexe kiribû. Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir ku "Nexşerê" gelek pêşniyarên çareseriyê di xwe de dihewîne û biryara hatiye dayîn hem dijî hiqûqa navxweyî hem jî dijî ya navneteweyî ye. 

Dadgeha Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê di 23'yê Îlonê de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne qedexe kiribû. Dadgeriyê ji ber "Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009'an de wekî ebrdewamiya parêznameya xwe berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû ev ceza biriye. Parlementerê HDP'ê yê berê û parêzer Hsaîp Kaplan û Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bertek nîşanî biryara dadgeriyê û hinceta wê dan. 
 
KAPLAN: DIJÎ HIQÛQÊ YE 
 
Kaplan, anî ziman ku ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha Ocalan bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin û bi polîtîkayên îzolasyonê re rû bi rû ye. Kaplan, bilêv kir ku ev yek hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmzeya xwe daniye binî wan. Kaplan, biryarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê CPT) û bryarên DMME'yê yên di warê binpêkirinan de bibîr xist û got: "Di sala 1999 û 2004'an de me serî li DMME'yê dabû. Daîreya 2'yan a DMME'yê di biryarên xwe de diyar kiribû ku hem mafê parastinê yê Birêz Ocalan hem jî yên parzerên wî tên sînordarkirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzera carinan bi mehan, carinan jî bi salan hatin astengkirin. Qedexeya niha ya ji bo 6 mehan jî hem dijî hiqûqê ye hem jî biryareke siyasî ye. Her wiha wekî hincet jî Nexşerê nîşan dane. Ev jî dijî hiqûqê ye. Heger li DMME'yê dozeke serlêdana şexsî hebe, helbet wê mafê xweparastinê jî hebe." 
 
'HEGER NEXŞERÊ PÊK BIHATANA...' 
 
Kaplan, destnîşan kir ku di naveroka "Nexşerê"yê de pêşniyarên ji bo agirbest, vekişîna derveyî sînor, gavên demokratîk, naskirina nasnameya kurdan, naskirina mafên çandî û pêşîvekirina siyaseta demokratîk hebûn û got, Mutabaqata Dolmabahçeyê jî di wesfê "Nexşerê"yê de bû. Kaplan, diyar kir ku heger Tirkiye "Nexşerê" esas bigirtina wê îro li derveyî welêt bi tenê nemana û wê ev qas şer çênebûne, wê aştî çêbûbûna, edalet pêk bihatana, wê demokrasî hebûna û wê rewşa aborî baş bûna. Kaplan got: "Wê Tirkiye di nava 10 welatên herî pêşketî yên cîhanê de cih bigirtana. Lê mixabin berevajî vê kir. Tu vîneke çareseriyê ya AKP'ê tuneye. Heger hebûna wê piştî daxuyaniya li Dolmabahçeyê vîneke xurt bidana der. Û heger bi wê vîna xurt wekî Nexşerêyê xwe bidana ber çareseriyê, wê rewşa Tirkiyeyê pir baş bûbûna. Wê trîlyonên xwe berteref nekirina û wê aştî çêbûbûna. Her wiha wê di warê Yekîtiya ewropayê de jî bi pêş ve biçûna." 
 
GERGERLÎOGLÛ: PÊŞÎ LI BER AŞTIYÊ TÊ GIRTIN 
 
Parlementerê HDP'î Omer Farûk gergerlîoglû jî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd demildest divê bi awayekî aştiyane û li got mafên mirovan bê çareserkirin. Gergerlîoglû got: "Li vî welatî pêvajoyeke aştiyê hat ceribandin. Belkî ji ber hin sedeman nehatbirêvebirin, lê teqez divê pêşî li ber çareserî, lhevkirin, aştî û hevdîtinan bê vekirin. Ji bo vê jî hevdîtinên bi Îmraliyê re pir girîng in. Astengkirina hevdîtina parêzeran jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku pêşî li ber aştiyê tê girtin. Mafê hiqûqnasên ê ji bo hevdîtinê heye, lê belê tê dîtin ku gelek caran bi hincetên wekî keştî xirabe ye tên astengkirin. Halbûkî teqez divê pêşî li ber rêya aştiyê bê vekirin." 
 
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo pirgsirêka kurd ji xeynî çareseriyeke aştiyane, insanî, wijdanî û exlaqî tu rê tuneye û got: "Ji bo vê jî pêşîlêgirtina hevdîtinên bi Îmraliyê re nayê qebûlkirin. Tirkiye di warî de wextê xwe berteref dike. Pêvajoyeke aştiyê çêbû. 2 sal û nîvan dewam kir. Û niha 5 sal in cardin şer didome. Kesên der barê meseleya kurd de diaxivin, kesên behsa azadî, maf û hiqûqê dikin tên girtin. Ehlên aştiyê bal dikişînin ser çaresereriyê. Divê hevdîtinên parêzeran neyêna stengkirin. Astengkirina hevdîtinan bêwate ye. Bi saya hevdîtinên parêzeran dibe ku rêya li ber aştiyê vebe." 
 
Gergerlîoglû, anî ziman ku hinceta ji bo qedexeyê wekî "hewldaneke astengkirina rêya çareseriyê nirxand" û got: "Li kolombiya, Îrlanda, Fîlîpîn û Afrîkaya Başûr rêya çareseriyê hat peydakirin. Dibe ku pirsgirêk hebin, lê gava rê li ber aştiyê bê vekirin divê pêşî lê neyê girtin. Axirê Abdullah Ocalan jî fanî ye. Heger wefat bike, a rast dibe ku ev şens ji destan biçin. Qet nebe divê ev tişt bên nirxandin. Pêşî vekirina li ber aştiyê pir girîng e. Heger aştî çêbibe wê tevahiya Tirkiyeyê aram û dilxweş bibe. A rast tişt tê kirin astengkirina feraseta ji bo aştiyê ye. Tu pêkanînên bi darê zorê tiştekî bi dest naxin. Bereksê wê bêtir dibin sedema krîmînalîzekirinê û jidestçûyîna keysan." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

10/10/2020
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'