Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin

  • rojane
  • 09:16 13 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 1'ê Cotmehê heta niha di nava 12 rojan de polîs û eskeran di navde hevserok, rêveber û endamên HDP û DBP, rojnameger, hevşaredar, parazvanên mafên mirovan, parêzer nivîskar û welatî jî heye 94 kes binçav kirin. Dadgehê 94 kesên ku hatin binçavkirin jê 42 kes girtin û şandin girtîgehê. 

Operasyonên siyasî li dijî kesên muxalif û siyaseta muxalif roj bi roj zêde dibe. Tenê di 12 rojên dawî de bîlançoya binçavkirin û girtinê nîşan dide ku tundiya li ser hêza muxalif gelek zêde ye. Li gorî nûçeyên ketine ser malpera Ajansa Mezopotamya ji 1'ê Cotmehê heta niha tenê di 12 rojên dawî de 94 kes hatin binçavkirin û 42 kes hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin û girtin de hevserok, endam û rêveberên HDP, DBP, hevşaredar, parêzer, rojnameger û parazvanên mafên mirovan jî hene. Daneyên 12 rojên dawî wiha ne. 
 
*12 Cotmeh: Li Meletiyê di 8’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 kes hatibûn binçavkirin. Dadgehê piştî îfadeyê Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz girt, bi îdeaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê. 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. 
 
*10 Cotmeh:  Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner ku piştî çalakiya şermezarkirina komkujiya li Enqereyê eskeran ew binçavkir û li Edliyê serbest berdan, îşkence lê hat kirin û eskeran gefa êrîşa zayendî li wê xwarin. 
 
*10 Cotmeh: Di çalakiyên 10'ê Cotmehê de polîsan êrîşî girseyan kir û 11 kesên  di bîranîna Komkujiya Gara Enqerê de komkujî şermezar kirin binçav kirin. 11 kes piştre hatin berdan.
 
*9 Cotmeh: Li Meletiyê cendirmeyan û polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk de bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akçadagê Mahîr Aslan, Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan binçav kirin. 
 
*8 Cotmeh: Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ku bi sûcê "heqaret li serokomar kiriye" hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan.
 
*8 Cotmeh: Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Zeynep Dûrgût ku dema li navçeya Basanê nûçe dişopandin hat binçavkirin û pîştî îfade da hat berdan. 
 
*8 Cotmeh: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tûrgûtlû ya Manîsayê Hayrî Boku hat binçavkirin. Polîsan avêt ser mala Boku, lê belê ji ber ku ne li mal bûye ew binçav nekirine. Dû re polîsan Boku li der ve binçavkirin. 
 
*7 Cotmeh: Parêzer Merve Nûr Dogan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku hatibû destpêkirin di 7’ê cotmehê de dema diçû buroya xwe ya parêzeriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Li dadgehê Dadger bi îdiaya ku Dogan “endama rêxistinê ye” biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. 
 
*7 Cotmeh: Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat meşandin, polisan li stenbolê li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) operasyon pêk anî û bi ser malan de girtin. Di sergirtinan de herî kêm 15 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Hevserokê SDGF’ê Alve Ozkîraz, endamên ESP’ê Huseyîn Îldan, Çinar Altan, Omer Sînan, Hidir Yilmaz, Emrah Topaloglû, Zeynep Gerçek, Îbrahîm Gerçek, endamên SGDF’ê Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan, Nazli Yoyler, nûçegîhanê ETHA’yê Pinar Gayip, endama PM'a HDP'ê Helîn Yilmaz.
 
*6 Cotmeh: Nûçegihanên ajansa ame Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî ku bûyera du welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribin û nûçe û bi raya giştî re parve kiribûn, piştî di 6'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, di 9'ê Cotmehê de hatin girtin. Dadgehê 2 rojnameger jî serbest berdan. 
 
*6 Cotmeh: Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Agiriyê Atîlla Ozbay, endamê KESK'ê Emîn Yilmaz, Kamûran Barişer û Mehmet Polat ku di 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin û hatin berdan. 
 
* 6 Cotmeh: Polîsan li Amed, Şirnex Riha, Antalya û gelek bajaren din bi ser malan de girt û dayikên aştiyê jî di nav de 9 kes binçavkirin.
 
2 Cotmeh: Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 rojbûn di binçavan de duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfade dayîn û biryara dadgehê heta vê sibehê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediyan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav de derbarê 17 siyasetmedaran de biryara girtinê da. 
 
*1 Cotmeh: Li Qersê polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Şaredariya Qersê de girtin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli jî di nav de 21 kes binçav kirin û 8 roj şûnde 12 kes girtin. 
 
* 1 Cotmeh:  Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin û 8 kes jî hatin berdan.
 

Sernavên din

16/10/2020
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû