Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê

  • rojane
  • 12:19 16 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – KNK’ê li dijî xetereya şer ku li Herêma Kurdistanê ya Federa bilind bûye banga lezgîn a diyalogê kir. 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ku Herêma Kurdistanê ya Federa polîtÎkayên gengeşiyê didomîne, di 13’ê kanûnê de li gundê Sêgirkê ya girêdayî Amediyê, bi çêkan êrişî wesayîteke ku PKK’î têde hebûn kir. Di encama êrişî de 3 PKK’î birîndar bûn. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, têkildarî gengeşiya li herêmê ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re axivî û banga lezgîn a diyalogê li PDK û PKK’ê kir. 
 
'PÊWÎSTE HÊZÊN LI HERÊMÊ XWE VEKIŞÎNIN POZÎSYONA BERÊ'
 
Karamûs, diyar kir ku bi navê Hevserokatiya KNK'ê û weke endamekî şandeya serdana Başûrê Kurdistanê kir (Meha Mijdarê) banga lezgîn li aliyan dike û ev bang li aliyan kir: “Em vî şerê dawî weke provokasyonekê dibînin. Divê her du alî xwe ji vê provokasyonê vegirin. Divê her du alî teqez bi berpirsyarî tevbigerin. Hêzên ku li wir bi cih bûn, yên ku li ber hev rabûn, divê bi lezgînî li çeperên xwe yên berê vegerin. Neçar in ku bi rêya hevdîtinê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber ku ev şer wê li qadekê nemîne û dibe ku li her devera Kurdistanê belav bibe. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê li berjewendiya partî yan jî kurdekî neyê. Berevajî dikare li Kurdistanê bibe sedema têkçûnê. Lewma em bang li PDK'ê û PKK'ê dikin, bang li pêşmerge û gerîlayên HPG'ê dikin; ev şer bi ti awayî ne bi xêra Kurdan e. Berevajî, dikare destketiyên Kurdan têk bibe.”
 
'YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, DIYALOG Û HEVDÎTIN E'
 
Di axaftina xwe de Karamûs, bang li partî û saziyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî kir ku zimanekî ku şer sor bike bi kar neynin, aştî û biratiyê teşwîq bikin û ev nirxandin kirin: “Gotinên sorkirinê û daxuyaniyên bi vî rengî ne li xêra destketiyên kurdan e.  Yekane rêya çareseriyê diyalog û hevdîtin e. Bi rengekî cidî nêzî bangên KNK'ê bibin û tavilê rêya diyalogê hilbijêrin. Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîlayan dikim; xwe ji şer vegirin. Divê xwîna xwişk û birayên xwe, xwîna kurdan neyê rijandin.”
 
BANGA TAYBET A LI MESÛT BARZANÎ
 
Di berdewama axaftina xwe de Karamûs bangeke taybet jî li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî jî kir û ev tişt got: “Di vê mijarê de divê bi rola xwe rabe. Pêwîste şer, şerê navxweyî, şerê kurdan rawestîne. Bi navê KNK'ê bang li partiyên kurdistanî hemûyan dikim ku bicivin. Ji bo pêkhatina civîneke bi vî rengî em hewl didin. Di serdana me ya mijdarê ya Başûrê Kurdistanê de ji bilî PDK'ê partî û rêxistinên civakî yên sivîl hemûyan nîşan dan ku ew alîgirê diyaloga navbera kurdan e. Me ev helwest ji PDK'ê re jî ragihandin. Lê PDK hîn jî bersivê nade bangên ji bo hevdîtinê û kêmkirina tansiyonê.”
 
'DAXUYANIYÊN MESRÛR BARZANÎ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE'
 
Karamûs, bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên derbarê PKK, Şengal û Rojava de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê helwestê teqez qebûl nakin. Ne li gorî berjewendiya Kurdan e. Daxuyanî û ferzên Mesrûr Barzanî, helwesta eşkere û dijminane ya li dijî PKK'ê me diêşîne. Em van nêrînan parve nakin û divê li ber rabin.”
 
'DIBE KU BINGEHA YEKÎTIYÊ JI HOLÊ RABE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Karamûs, qala encamên şerekî gengaz jî kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heke şer giran bibe, bingeha yekîtiya navbera kurdan dibe ku ji holê rabe. Heke şerê navbera pêşmerge û gerîla bigihêje asteke bilindtir hingî ev zemîn dikare ji holê rabe. Gelek çeper û destketiyên me hene ku dikarin ji destê me biçin. Ne tenê dagirkeriya dijmin, her wiha di navbera kurdan de dijminatiyeke welê dikare rû bide ku sererastkirina wê zehmet be. Ji şerê nava kurdan tenê dagirker bi ser dikeve.”

Sernavên din

18/12/2020
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye