Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt

  • rojane
  • 09:06 20 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê bi kurdî dertê, salek li pey xwe hişt. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê rojnameyê Îdrîs Gurmez têkildarî salvegera rojnameyê diyar kir ku wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê bidin destpêkirin û xwest her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameya Xwebûnê derkeve.

 
Rojnameya heftane Xwebûnê di 23'ê Kanûna 2019'an de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dest bi weşana xwe kir. Rojname ku ji 12 rûpelan pêk tê û heta niha 52 hejmarên wê derketine, salek li pey xwe hişt. Ji her çar perçeyê Kurdistanê kurd xwe digihînin rojnameyê û dixwînin. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez, derbarê salvegera rojnameyê de axivî.
 
Gurmez, bibîr xist ku di 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de saziyên çapemeniyê jî di nav de gelek saziyên kurdan hatin girtin û wiha axivî: “Gelek rojname, malper, ajansên kurdan hatin girtin. Valahiyeke mezin hebû di warê ragihandina zimanê kurdî de. Ji ber wê yekê Xwebûn ji bo ku vê valahiyê dagire, bi kurdî xwe bigihîne gelê kurd, hem rojevê ragihîne, hem jî derbarê çand, ziman, wêje û dîroka kurdî de valahiyê dagire û bibe bersiv dest bi weşanê kir.”
 
‘HEKE ŞERT GUNCAV BIBIN EM Ê DERBASÎ WEŞANA ROJANE BIBIN’
 
Gurmez, da zanîn ku Rojnameya Xwebûnê li ser xeta neteweyî dest bi weşanê kiriye û wiha got: “Xwebûnê heta astekê xîtabî her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên hemû cîhanê kir. Lê li gorî me ev yek têr nake. Gelek nivîskarên rojnameyê hene ku ji her çar aliyê Kurdistanê dinivisînin. Bi nûçe û dosyayên xwe ji kurdan re bû bersiv. Zaravayên kurmancî û kirmanckî nûçeyên xwe amade dike û nivîs tê de cih digirin. Heta astekê me ew armanca ku danî pêşiya xwe pêk anî.” 
 
Gurmez, anî ziman ku rojnameyê ji ber kêmderfetî, şert û mercan bi heftane dest bi weşanê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke di rojên pêş de şert û merc guncav bibin em armanc dikin derbasî weşana rojane jî bibin. Pêwistî bi rojnameyeke kurdî ya rojane heye lê ji ber derfetan Xwebûn niha hefteyê carekê derdikeve.”
 
‘ROJNAMEYEK TENÊ NIKARE BIBE BERSIVA GEL’
 
Gurmez, destnîşan kir ku ne pêkan e ku rojnameyek tenê ji bo neteweyekî bibe bersiv û wiha berdewam kir: “Bi ya min deh rojnameyên mîna Xwebûnê hebin jî dîsa têra pêwistiya gelê kurd a ragihandina zimanê kurdî nake. Xwebûn hewl dide ku bibe bersiv. Gihiştiye astekê jî. Lê dîsa têr nake. Divê rojnameyên weke Xwebûnê ji bo pêwistiyên gel bînin cih hêj zêdetir bibin.”
 
‘KETINA MALAN A ROJNAMEYEKE KURDÎ PIR GIRÎNG E’
 
Gurmez, bilêv kir ku rojnameyê salek li pey xwe hiştiye û wiha domand: “Heta niha 52 hejmarên rojnameyê derketine. Di her hejmarê de hevpeyvînek heye. Em dikarin bibêjin bi 52 nivîskar, hunermend, wêjevan, lêkolîner û siyasetmedaran re hevpeyvînên berfireh hatine kirin. Taybetmendiya rojnameyê ya herî berbiçav em dikarin bibêjin ev e. Gelek nivîskarên ciwan ên ku nû dest bi nivîsê kirine û nivîskarên jin hene. Her wekî din nivîsên lêkolînî yên dîrokî hene, me cih da kar û xebatên folklorê jî. Xwebûn gihişte nifûseke mezin a kurdan. Di gelek mijaran de mixabin kurd paş hatine hiştin. Polîtîkayên dewletên serdest nehiştine ku kurd bi zimanê xwe bi perwerde bibin, binivisînin û bixwînin. Ev ji bo gelekî di cîhana modern de dezavantajeke gelek mezin e û hêj jî ev berdewam e. Ji ber vê yekê jî weşana nivîskî ji bo gelekî tiştekî hewceye, nebe nabe. Her wiha derketin û ketina mala ya rojnameyeke bi kurdî pir pir girîng e. Ji ber ku rê li ber girtina pişaftinê encax di warê nivîskî de pêkane.”
 
‘BI ELEQEYÊ ME GIRÎNGIYA ROJNAMEYA KURDÎ BÊHTIR DÎT’
 
Gurmez, diyar kir ku ji xwînêrên wan gelek peyamên keyfxweşiyê ji wan re tên û ev tişt gotin: “Piştî ku rojname derket eleqeyeke zêde derket holê. Bi eleqe û nêzîkatiya germ me girîngiya rojnameya kurdî bêhtir dît. Nirxandin û şiroveyên baş hene derbarê rojnameyê de. Lê li gel van rexne jî hene. Em wan li ber çavan digirin û hewl didin ku wan xeletiyên xwe ji holê rakin.” 
 
Gurmez, da zanîn ku bêhtir ji aliyê aboriyê ve zor û zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Ji aliyê belavkariyê ve jî zehmetî çêdibin. Armanca rojnameyê ew e ku hemû kurdên bixwazin rojnameyê bixwînin xwe bigihînin lê ji ber kêmderfetiyan hinek zehmetiyê dide me. Bi taybetî piştî rojname derket sê meh û şûnde nexweşiya vîrûsa coronayê dest pê kir, ev gelek bû asteng li pêşiya me. Wexta rojname nû derket tîraja wê baş bû û her ku diçû bilind jî dibû. Lê bi derketina nexweşiya koronayê re hejmar hinek kêm bû. Em ji aliyê xwegihandina xwîneran ve hinek zor û zehmetiyê dikişînin.” 
 
‘BI HIŞMENDIYA NETEWÎ LI ROJNAMEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’
 
Gurmez, bang li her kesê kir ku li ser xeta neteweyî xwedî li rojnameyê derkevin û wiha got: “Me dest bi hin tiştên nû kiriye. Di sala nû de jî em ê vê berdewam bikin. Em dixwazin xwendevan ji me re nivîsên xwe binivîsin û bişînin. Wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê dest pê bike. Kesên ku bi awayê kaxiz nikarin xwe bigihînin rojnameyê, li kû derê dibe bila bibe, dikarin li ser malpera rojnameya Xwebûnê abonetiya xwe ya dîjîtal çêbikin, xwe bigihînin rojnameyê ku sûda wan ji rojnameyê re çêbibe. Em dixwazin her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameyê derkeve û ji rojnameyê re bibin alîkar.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

22/12/2020
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir