Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin

  • rojane
  • 11:46 24 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku hemû rêveberiyên dewletan ji şewba virûsa corona berpirsiyar in û xwest hemû rêveberiyên dewlet bên darizandin. Wekî sûcdarên şer û komkujiyan divê hemû li dadgehên navneteweyî bên darizandin. 

 
Şewba vîrûsa corona (Kovid-19) li Tirkiye û cîhanê her roj belav dibe û her roj dibe sebebê mirina hezaran mirov. Heta niha nêzî 2 milyon mirov bi şewba vîrûsê mirin. Li Tirkiye her rojê nêzî 250 kes bi şewba covît-19 dimirin. Lê heta niha rêveberiyên dewletan rê li pêş vê şewbê negirtiye û her bi hezaran mirov bi vê şewbê dibirin. Tekildarî binpêkirina mafan ku şewb dibe sedem Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, nirxandin kir û diyar kir ku rêveberiyên dewletan berpirsiyarê vê yekê ne. 
 
Fîncanci, ewil anî ziman ku mêtîngeriya kapîtalîzmê netê keda mirov naxwe û wiha got: "Ev metîngerî tenê li ser mirovan mêtîngeriyê nake, di heman demê de li ser hemû xweza û zindiyên xwezayê mêtîngeriyê dike. Rojên borî li bajarekî ku hilberîna vizonan dihat kirin, ji nişka ve mutasyonek din derket holê. Vê carê biryar dan ku vizonên li vir hilberîna wan dikin qetil bikin. Ji ber zindiyan ji nava xweza û habîtata wan derdixin û li gorî berjewendiyên xwe hilberîna wan dikin, dibe perçeyekî mêtîngeriya kapitalizmê. Ev jî piştî demekê dibe sedema şewba kurevî. Heta ku ev mêtîngeriya kapîlatîzmê bi dawî nebe, cihan, xwe û hemû zindiyên li cîhanê dê nikaribin bi ewle û tenduristî bijîn. Kapitalizm, hemû xweza û tenduristiya zindiyan xera dike û zerarê dide. Ji ber vê yekê divê mêtîngeriya li ser xweza û zindiyan bi dawî bibe."  
 
PIŞTÎ TENDURISTÎ XIZTIN XİZMETA BAZIRGANIYÊ BÛ SEDEMA MIRINA MIROVAN 
 
Fîncanci, destnîşan kirin ku 30 sal berê tenduristî xiztin xizmeta piyasa bazirganiyê û ev yek bû sedema mirina mirovan û wiha got:  "Ji ber ku hilberîn tenê li ser karê ava kirin. Piştî şewba kurevî dest pê kir, gavên sereke yên bên avêtin hene. Diviya bû berî her tiştî qatên ku miroav bi komî lê dijîn bên girtin. Lê hemû welatan ev yek pir kêm pêk anî. Mixabin ji ber vê yekê gelek mirovan ji yana xwe ji dest da. Mirov neçarî karê komî kirin. Neçarî suyarkirina maşîneyên komî kirin. Ji ber şertên komî şewb belav bû. Ji ber vê şewbê pirsgirêkên tenduristiyê derketin asta jor. Ev bû sedem ku karê rêxistinên tenduristiyê pir zêde bibe. Bû sedem ku zêde bi nexweşiyan re rû bi rû bimînin. Rêjeya mirina xizmetkarên tenduristiye zêde bû. Ne tenê Tirkiye hemû dewletên cîhanê êdî nikare vê şewbê bi rêve bibe. Ev jî girêdayî pergala kapitalizmê ya ku ji bo li ser piyan bimîne rê li pêş mêtîngeriye vedike ye.  Em dibînin ku serdest tu carî dest ji kara xwe bernadin û ev serdem ji bo xwe kirine firsend. Bêtir rê li pêş zêdebuna kara xwe vekirin. 
 
VÎRÛS JI VIHÊ KAR GIRTIN Û BIRIN MALÊ
 
Fîncanci, da zanîn ku di pêvajoya şewbê de stratejiya ketina malê ya xwezayî pêş nexistin u wiha berdewam kir "Hilberînê berdewam kir. Xebata kar berdewam kir. Bi komî di fabriqe û kargeriyan de kar kirin. Cihê xebata komî bû sedem ku nexweyi lê belav kom bibe û belav bibe. Li cihê kar vîrûs girtin û birin malê. Ev pirsgirêka rêveberiya navendî ye. Ji ber ku tedbîr negirtin. Li gorî daneyên fermî nêzî 20 hezar mirov mirin. Eger mekanizmaya filyasyonê baş pêk anîbûna wê demê me dê karibûya rê li pêş belavbuna virûsê bigirtaya."  
 
SÎNDEMÎ GIRÎNG E 
 
Fîncanci, bal kişand ser Sindemiyê û wiha pêde çû: "Sîndemî, ji teşeyê avakirina rêxistinên tenduristiyê heta aboriyê, ji sûdgirtina cihê mirov lê dijî heta şertên xwezayê yekpare ye. Ji ber vê yekê pergala sîndemiyê girîng e. Em zanîn di salên dawî de navbera cîna jêr û jor pir zêde bûye. Newekheviyek pir mezin heye. Ji ber şer didome mirov nikare bi serê xwe jî bijî. Mirov nikare li zozanên xwe bijîn, nikarin sewalkarî û çandiniyê xwe bikin. Ji ber xizaniya zêde û şerê heyî wekî salên 80-90’an mirov dîsa koçber bûn. Dîsa ji ber qedexeyên dirêj ên kolanan bandor li ser koçberiyê kir. Mirov li bajaran di nava şertên pir bi sînor de jiyan. Neçar man ku di xaniyên qelebalik de bijîn. Betalî jî li ser vê yekê zêde bûn û şertên jiyanê bêtir dijwar bû. Vê yekê tenduristiya mirov jî xera kir. Li gel vê yekê rêxistinên tenduristiya cemawerkiyê têk çûn. Bi vê yekê re êdî mirov nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. " 
 
AKP MÎMARÊ POLÎTÎKAYÊN NEO LÎBLERAL E
 
Fîncanci, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî tenduristiyê jî rexne kir û wiha got: "Mîmarê polîtîkaya neo-liberal AKP ye. AKP bû sedem ku van polîtîkayan têxe meriyetê. Ji ber vê yekê hemû wezîrê tenduristiyê yên serdema AKP'ê ji vê têkçûna tenduristiyê berpirsiyar in. Divê îro berpirsiyar bên darizandin. 
TTB ji destpêkê heta niha her tim hewl da zelal tev bigere. Ya girîng em gotinên xwe bi zelalî parve bikin û cemaweriyê rast agahdar bikin e. Ji destpêkê hete niha me hewl da ji bo xizmeta tenduristiya cemaweriyê gavan bavêjin. " 
 
DIVÊ RÊVEBERIYÊN HEMÛ DEWLETAN BÊN DARIZANDIN
 
Fîncanci, destnîşan kir ku hemû rêveberiyên dewletên pergala mêtîngeriyê ya kapitalizmê bi xwe re ava kiriye, diparêzin berpirsiyarê vê şewbê ne û wiha got: "Divê hemû rêveberiyên dewletan ji belavkirina vê şewbê berpirsiyar bên dîtin û bên darizandin. Divê rêveberiyên hemû dewletan li dadgehpên navneteweyî bên darizandin. Dadgehên navneteweyî divê tenê binpêkirinên şer, îşkence, komkujan neşopîne. Dadgehên Navneteweyî divê di heman demê de sûcê ku cîhanê talan û wîran dike û nexweşiyê belav dike jî bişopîne û berpirsiyarê wê darizîne û ceza bike." 
 
Fîncanci, herî dawî xwest ku di cîhanek nediyarî û alozî lê tune be de bêtir karibin bi wêrekî bi xwe re rû bi rû bibin û van şertan ava bikin. Fincanci, xwest cîhanek ku tu carî bi tenê nemînin û her tim karibin li cîhanek mil bidin hev û bi hevre bijîn ava blikin. 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 
 

Sernavên din

24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê
12:32 Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin
12:30 Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan
12:03 Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin
11:59 Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike
11:50 Doza parlamenter Dundar hat taloqkirin
11:46 Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin
11:39 Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne
11:36 Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’
11:18 Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin
10:57 Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin
10:43 Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
10:03 Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye
09:11 Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?
09:10 Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got 'xetere ye'
09:10 Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye
09:09 'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'
09:09 Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire
09:08 Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man
09:08 2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN
23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî