Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin

  • rojane
  • 15:00 28 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên demokratîk di 9'emîn salvegera Komkujiya Roboskî de li gelek bajaran komkujî şermezar kirin û 34 welatî bibîr anîn. 
 
Rêxistinên HDP; TUHAY-DER, TJA, Platforma  ked û demokrasiyê, ÎHD, DÎSK, TMMOB û gelek saziyên din di 9'emîn salvegera komkujiya Roboskî de komkujî şermezar kirin û 34 welatiyên di komkujiyê de 9 sal berê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Balafirên şer ên TSK'ê di 28'ê Kanûna 2011'an de sînorê gundê Roboskê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welatî qetil kiribûn. Bi minasebeta 9'emîn salvegera Roboskê li gelek navendan çalakî hatin li dar xistin. 
 
WAN 
 
Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi heman armancê daxuyanî da. Di çalakiyê de endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAYDER, TJA û gelek kesên din amade bûn. Serokê Rêxistina HDP'ê ya Artemêtê Nedim Şîpal, anî ziman ku dema ev komkujî li cihekî din pêk hatibûya dê hikumetê îstîfa kiribûya." 
 
BAROYA WANÊ BI KURDÎ KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR
 
Baroya Wanê jî bi kurdî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî bi kurdî daxuyanî da û wiha got: "Îro roja wendakirina mirovahiyê ye. Îro 28’ê berfanbara 2020 ne, îro bûyera Roboskê dibe neh salî, lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 kes  hatibûn kuştin, nehatine eşkere kirin. Ev qetlîamek ku înkarkirina wê ne mimkun e. Em wekî Komisyona Mafê Mirovan ya Baroya Wanê dixwazin ku berpirsyarên Roboskê de kî hene divê tev were cezakirin û ji malbatên Roboskê lêborîn were xwestin. Em qetliama Roboskîyé jibîrnakin û nadin jibîrkirin…" 
 
AMED 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî bi heman armancê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Em Roboskî ji bîr nakin em nadin ji bîr kirin" vekirin. Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Komê bê navber dirûşmeyên “Ji Roboskî re edalet, ji mirovahiyê re edalet", “Dê Hesabê Roboskê bê pirsîn" berz kirin û 34 welatî bi rêzgirtinê bibîr anîn. 
 
Rêveberê DÎSK'ê Hasan Alî Eroglu, 34 welatiyên hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "9 sal borî lê tu gavên hiqûqî nehat avêtin. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Dogan Hatun jî anî ziman ku komkuî bi temamî ji ber pirsgirêka Kurd pêk hatiye. Komê piştî daxuyaniyê qurnefil danîn ber bîrdariyê. 
 
Tevgera Jinan Azad (TJA) û Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li Parka Roboskî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Remziye Tosun û rêveberên HDP’ê amade bûn. Dîsa aktîvîstên TJA jî amade bûn. Polîsan jî park dorpêç kir. Komê di çalakiyê de Pankarta "Me ji bîr nekir û nadin ji bîr kirin. Remziye Tosun anî ziman ku di ser komkujiya Roboskî re 9 sal borîn lê hêj kujer nehatine darizandin." 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bimre komkujiya Roboskî" berz kirin û bi dawî kirin. 
 
DERSÎM 
 
Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Komê di çalakiyê de pankarta “Me Roboskî ji bîr nekir, Em nadin ji bîr kirin" vekirin û dirûşmeyên “Roboskî ji bîr neke nede ji bîr kirin" berz kirin. 
Serokê Rêxistina HDP'ê yê Dersîmê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku balafirên şer ên dewletê mezin û zarok 34 welatî qetil kir û wiha got: "Di ser komkujiya Roboskê re çend dem derbas bibe bila derbas bibe, heta ku edalet pêk neyê aramî jî pêk nayê. Ji bo hesab bê pirsîn em ê têbikoşin." 
 
EDENE 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da. 
 
HATAY 
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP'ê ya  Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Toroslarê daxuyanî da. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Tahîr Tuyben, 34 welatî bibîr anîn û edalet xwest. 
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî daxuyanî da. Li vir jî pankarta "Hûn nikarin bidin ji bîr kirin û hûn nikarin bincil bikin" vekirin. Rêvebera HDP'ê ya Êlihê Ruken Zeryan Işik jî anî ziman ku çiqas rêxistinên civakî yên dixwazin komkujî ronî bibe tê asteng kirin.
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek endam û rêveber tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê Sînan Kaya jî anî ziman ku bersûc tên parastin û dê şopdarê vê yekê bin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

31/12/2020
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome