Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin

img

STENBOL - Rojnamevanan bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin gotin: "Çendî zext û zorî hebin jî, rojnamevan nûçeyan çêdikin." 

Li Tirkiyeyê rojnamevan di pêvajoyeke zext, zorî û sansurê de 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin. Li gor Rapora Binpêkirinên Mafan ên Li Hemberî Rojnamevanan a Sala 2020'an a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), 90 rojnamevan girtî ne, di nav salê de 79 rojnamevan hatine binçavkirin û ji vana 24 jê hatine girtin. Di 239 dosyeyan de jî 593 rojnamevan tên darizandin, li 43 rojnamevanan jî 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 56 hezar û 310 TL jî cezayê pereyî hatiye birîn, 19 rojnamevan jî bi êrîşan re rû bi rû mane û li 17 rojnamevanan jî muameleyeke xiran û sîxurtî hatiye ferzkirin. Li gor daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) jî 70 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê girtîne. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) Farûk Eren û Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel, behsa berxwedana li dijî zext û zoriyên li ser çapemeniyê kirin. 
 
KARNEYA ÇAPEMENIYÊ YA TIRKIYEYÊ XIRAB E 
 
Serokê Giştî yê Basin-Îş'ê Farûk Eren, anî ziman ku di 5 salên dawî de bi sedan rojnamevan betal mane û got: "Çend roj berê Olay TV hat girtin û aqûbeta 150 rojnamevanên li wir ne diyar e. Rewşa çapemeniya Tirkiyeyê di raporên saziyên navdewletî de diyar e. Tirkiye, di warê azadiya çapemenî û ramenî de tim di asta herî bin de ye. Tirkiye, di warê rojnamevaniyê de pir xirab e. Çend sedemên vê hene: Zextên îqtidarê. Hema biêje îqtidar derbarê hemû nûçeyên ku li xweşa wê naçin dozê vedike û mixabin di dawiya van lêpirsînan de jî rojnamevan tên girtin." 
 
Eren got: "Li Wanê derbarê nûçeya du gundiyên ji helîkopterê hatibûn avaêtin de 4 hevpîşeyên me hatin girtin. Hîn jî îdianameya wan nehatiye amadekirin. Ne diyar e bê ka ji ber çi tên tawanbarkirin. Biryara veşarî heye, lê belê di dema lêprsîna amadekariyê de bi sûcê 'nûçeyên di aleyha dewletê' de hatin tawanbaririn. Ev feraset, tenê pênaseya rojnamevaniya dewletê ye." 
 
REWŞ PIR XIRAB E 
 
Eren, bilêv kir ku îqtidar ji ber ku naxwaze rastî aşkere bibin hem bi qanûnan hem jî bi zext û zoriyên fizîkî bi ser rojnamevanan de diçe û got: "Li Rewşa Tirkiyeyê di warê rojnamevaniyê de pir xetere ye. Lê belê ligel hemû zext û zoriyan jî, rojnamevan dev ji nûçeyan bernadin û nûçeyan çêdikin." 
 
ÇAPEMENIYA AZAD BI ZEXT Û ZORIYAN RE RÛ BI RÛ YE 
 
Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê 2 salan di girtîgehê de mabû, anî ziman ku gava behsa 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin tê kirin, rojnamevanên girtî û rojnamevanên naxebitin tê bîra mirov. Temel, bal kişand ser êrîşên li ser çapemeniya azad û got: "Ji ber ku rojnamevaneke sosyalîst im û ji ber ku di ajanseke li ser vî asasî dixebitim, hedef hatim girtin. Em ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hedef tên girtin. Ji ber rojnamevaneke muxalif im, 2 salan di girtîgehê de mam. Ev pirsgirêka ku em pê re rû bi rû ne, bixwe ye. Em rojnamevanên çapemeniya azad, li qadê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimî nin. Şopandina nûçeyan tê astengkirin. Ji ber ku zext û zorî li ser tevahiya civakê heye, xwegihandina çavkaniyên nûçeyê jî zehmet bûye. Nahêlin em xwe bigihînin çavkaniyên xwe. Di dema şopandina nûçeyan de em bi tahdeya polîsan re rû bi rû dimînin. Çavkaniyên nûçeyan tên binçavkirin û girtin. Ji ber ku wê nûçeyê çêdikî tu têyî girtin. Eynî wekî rojnamevanên ku ji ber nûçeya helîkopterê hatin girtin. Em rojnamevanên jin bi taciz, tahde û zimanekî zayendîparêz re rû bi rû dimînin."
 
ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DE JÎ HILDIBERÎNIN 
 
Temel, bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî jî û got: "Rojnamevan li girtîgehan jî hildiberînin. Mesela nûçeyên Nazan û Şehrîbanê pir girîng in." 
 
Temel, bilêv kir ku li dijî zext û zoriya li ber xwe didin û got: "Tu wextî me nehiştiya rastî di tariyê de bimînin. Em kevneşopiya ku me dewr girtiye didomînin. Wê ji niha û pê ve jî wisa be." 

Sernavên din

12/01/2021
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'