Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e

img

STENBOL – Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e û got: "Ev jî bi azadiya Ocalan pêkan e." 

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nirxand. 
 
‘BANDORA TECRÎDÊ: LI ROJHILATÊ MIRIN, LI ROJAVAYÊ ZEXT Û ZORÎ' 
 
Pîroglû, destnîşan kir ku ji bo polîtîkaya tecrîdê bê fêmkirin, divê mirov bandora pirsgirêka kurd a li ser Tirkiye û Rojhilata Navnê bibîne. Pîroglû, anî ziman ku di wextê ku tecrîd bi awayekî qismî hatiye rakirin de derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de hin gav hatine avêtin û li Tirkiyeyê di warê maf û azadiyan de hin pêşketin rû dane.
 
 Pîroglû, destnîşan kir ku lê belê piştî ku dewletê cardin dest bi siyaseta şer kiriye, tecrîda li Îmraliyê jî giran bûye û tecrîd careke din Tirkiyeyê bi krîzeke mezin re rû bi rû hiştiye. Pîroglû, anî ziman ku tecrîd li bajarên kurdan mirinê, li bajarên rojavayê jî zext û zoriyê dide der. Pîroglû got: "Piştî ku dewletê cardin berê xwe da konsepta şer, fatûreya pereyê ji bo şer tê xerckirin li kedkar û karkeran hatiye birîn. Her cara ku piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin, kedkar hîn bêtir xizan dibin." 
 
‘TECRÎD, POLÎTÎKAYA HÊZÊN EMPERYALÎST E' 
 
Pîroglû, bal kişand ser hêla navdewletî ya tecrîda li Îmraliyê jî û got: "Li welatên wekî Tirkiyeyê ku emperyalîzmê di xwe de mehandine, her gava derbarê pirgsirêka kurd de bê avaêtin, dê bandorê li polîtîkayên herêmî yên hêzên emperyalîst bike. Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, rola hêzên emperyalîst bi awayekî aşkere tê dîtin. Dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên li dijî pirsgirêka kurd, tevî hêzên emperyalîst tevdigere û bi piştgiriya wan li dijî gelê kurd şer dike. Ev jî nîşan dide ku tecrîd jî tenê ne polîtîkayeke Tirkiyeyê, polîtîkayeke hêzên emperyalîst e jî." 
 
Pîroglû, bal kişand ser qedexeyên ji bo hevdîtinê yên bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî. Pîroglû, anî ziman ku bi van qedexeyên dawî re peyamek dane gelê kurd û got: "Dewamkirina polîtîkayên şer, dibe sedem ku bloka îqtidarê ya AKP-MHP'ê ligel hev tevbigerin. Bloka îqtidarê ji bo hem rageşiya di nava xwe de hem jî rageşiya di navbera xwe û hêzên netewperest ên din konsulude bike, êrîşê dibe ser nûnerên gelê kurd û bi vî awayî hem dixwaze hebûna xwe biparêze hem jî muxalefetê di bin zext û zoriyan de bihêle. Binçavkirin û girtinên dawî perçeyek van qedexeyên derbarê Îmraliyê de ne." 
 
KÊMANIYA SEREKE YA KAMPANYAYÊ' 
 
Pîroglû, bal kişand ser kampanya ku li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin jî. Pîroglû, destnîşan kir ku kampanya bi kurdan û dostên wan sînordarkirî maye. Pîroglû, diyar kir ku sedema vê jî ew e ku hêzên demokrasiyê kampanya tam fêm nekirine û got: "Yanî ji ber ku hêzên demokrasiyê asta polîtîkaya tecrîdê baş fam nakin, mixabin kampanyayên ji bo dawîkirina pergala Îmraliyê tên destpêkirin qels dimînin." 
 
DIVÊ ARMANC AZADIYA OCALAN BE 
 
Pîroglû, rexne kir ku polîtîkaya tecrîdê baş nayê xwendin û got: "Mixabin em bi bêtalihiyeke werê re rû bi rû ne. Ji bo azadiya Nelson Mandela li seranserê cîhanê hin kampanya hatibûn lidarxistin. Heman tişt ji bo Filîstînê jî gelek caran hat kirin. Lê gava mesele dibe Ocalan û kurd, mesafeyee cidî rû dide. Serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi awayekî demokratîk bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Bi azadiya Ocalan pêkan e. Li dijî tecrîdê tenê siyaset qîm nake. Têkoşîn rasterast divê li ser asasê azadiya Ocalan be. Kêmasiya me jî, ew e ku em nikarin çîna kedkaran a Tirkiyeyê daxilî nav têkoşîna li dijî tecrîdê bikin." 
 
ÇARESERÎ TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYÎ YE 
 
Parlementerê HDP'î Pîroglû, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan destpêkirina jî bilêv kir ku mixabin grevên birçîbûnê piştî wextekê li nav raya giştî belav dibin. Pîroglû ku got "Gava polîtîkaya tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên karker û xizanan bi yek bin dê watedar bibe" anî ziman ku ji bo ku berê eniya kedê têkeve hêla grevên birçîbûnê û daxwazên girtiyan, divê hsasiyetek bê afirandin. 
 
Pîroglû got: "Ev jî tê wateya ku hêzên ked û demokrasiyê siyaseteke hîn çalaktir bikin. Madem em tespîta 'têkoşîan demokrasiyê û tecrîd ketine nav hev' dikin, nexwe ji bo vê jî divê em li dor têkoşîneke yekbûyî tevbigerin." 
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

12/01/2021
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'