Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e

  • rojane
  • 12:49 11 Gulan 2021
  • |
img

ŞENGAL – Berpirsê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Faris Herbo, diyar kir ku li bajar pirsgirêka ewlehiyê nîne û ev tişt got: “Tenê derdê wan hebûna êzidiyan e. Vê saetê şûnde hûn nikarin êzidiyan bêparastin bihêlin. Bi rêyên siyasî pirgirêk dikarin bên çareserkirin.”

 
Gengeşiya piştî peymana ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikumeta Navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin dest pê kir, didome. Ji bo zelalkirina rewşa li Şengalê hewldanên aliyan didomin lê pêkanîna peymanê ya li qadê zehmet e. Di vê çarçoveyê de Bexda hewl dide leşkerên xwe bike Şengalê û hêzên navneteweyî jî ku piştgiriya peymanê dikin jî li gorî vê tevdigerin. Dîsa nûnerên Yekitiya Neteweyî jî hewl didin li Şengalê vîna êzidiyan bişikînin. Li dijî van hemû hewldanan êzidî di Şengala xweser de israr dikin. 
 
QIRKIRINA SEDSALA 21’EMÎN
 
Berpirsê Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Faris Herbo, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û peymana ku hatiye îmzekirin û geşedanên piştî wê li herêmê diqewimin nirxand. Herbo, diyar kir ku di sala 2014’an de dinya şahidiya qirkirina wan hatiye kiriye û ji bilî hêzên PKK’ê tu hêz li wan xwedî derneketiye û wiha got: “Bi qirkirina 2014’an û piştî wê hat xwestin ku êzidî bên parçekirin û bêrêxistin bên hiştin. Lê Şengalê bernedan û parçe parçe Şengalê azad kirin. Ji bo vê bedelên mezin dan. Bi vê têkoşînê re di warê îdarî, civakî û ewlehiyê de jî Şengal hat avakirin.” 
 
‘LI DIJÎ ŞER NEKIRIN’
 
Derbarê nezikbûna hikûmeta Bexdayê ya êzidiyan de jî Herbo, destnîşan kir ku ji şerê sala 2014’an heta 2017’an Hikûmeta Bexdayê li herêmê tunebû û pêşmergeyên PDK’ê jî zêde şer nekirin û ev tişt anîn ziman: “Li gel hemû êşan jî sala 2014’an ji bo me bû girîng e. Êzidî ji ferman, nerêxistinkirin, bêparastin û dûrmayîna ji siyasetê re dibêjin êdî bes e. Êzidiyan di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de sazî û dezgehên xwe ava kirin û hêzên YBŞ û YJŞ’ê hikûmeta Bexdayê anîn vir. Dema ku PDK li vir hebû hikûmeta bexdayê nedihat vir.
 
PÊVAJOYA HATINE IRAQÊ
 
Herbo, da zanîn ku di sala 2017’an de gotine dikarin bi Hikûmeta Iraqê re parastina Şengalê bikin û wiha qala pêvajoya hatina Hikûmeta Iraqê ya Şengalê kir: “Me wan anîn bajar û li hin cihan bi cih kir. Li hin deveran me bi hev re karên îdarî kirin. Dîsa me sînoran ji Artêşa Iraqê re hişt. Ji sala 2017’an heta sala 2020’an wiha berdewam kir. Wê demê di navbera saziyan û hêzên parastinê de karên hevpar hebûn. Rexmî astengkirinên daîreya koçê ya Hikûmeta Iraqê û PDK’ê jî êzidiyên ku ji ber fermanê cih û warên xwe terk kiribûn vegeriyan cihên xwe. Bi taybetî di destpêka sala 2020’an de bi hezaran êzidî vegeriyan warê xwe. Hemû jî bêyî alîkarî bi şertên xwe vegegeriyan. Ev jî nîşan dide ku Şengal cihekî aram û ewle ye.”
 
HESABÊN WELATAN 
 
Têkildarî peymana 9’ê Cotmehê jî Berbo, bi lêv kir ku piştî asayîbûna jiyanê ya li Şengalê di 9’ê Cotmehê de peyman hatiye îmzekirin û ev tişt anîn ziman: “Peyman ne di navbera her du hikûmetan de di navbera Serokwezîrê Iraqê Mûstaga Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin. Parlamenterên Iraqê, derdorên siyasî û hevpara hikûmetê YNK dibêjin ku ew vê peymanê qebûl nakin. Destê veşarî di peymanê de heye. Beriya peymanê Kazimî serdana Amerîka û Tirkiyeyê kir. Her wiha destê Fransa, Urdun û Misrê jî di peymanê de heye. Her welateke planeke wan cuda heye.”
 
 
HÊZÊN NEFERMÎ
 
Herbo, bi lêv kir ku derbarê peymanê de nêrîn ji êzidiyan nehatiye girtin û ev tişt gotin: “Dibêjin ku wê ewlehiya hundirîn bidin polisên federal û herêmî, artêş û îstixbaratê. Beriya peymanê kî li vir bû? Dema şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Til Zer û Sibayê hûn ne li vir bûn? Li vir em çawa dikarin qala pirsgirêka ewlehiyê bikin. Dîsa tê gotin ku wê hebû hêzên nefermî dê Şengalê derkevin. Kîja hêz li vir ne fermî ye? Em jî dixwazin vê hîn bikin. Vegera hêza ku Şengalê radestî DAIŞ’ê kir fermî ye? Hûn ê fermiyetê bidin wan? Hêzên ku li Şengalê me diparêzên piranî girêdayî Artêşa Iraqê ne û fermî ne. Li derveyî qanûnên Iraqê tevnegeriyane. Dema Haydar El Ebadî rêveberiya îdarî ya Şengalê hat tayînkirin. Ji aliyê hikûmeta demê ve qaymeqam tayînî Şengalê hat kirin. Li dijî vê li Şengalê geşedanek çênebû. Heke hûn li dijî qanûnên xwe bin ev tiştekî din e.”
 
 
'PDK NIKARE DEST BIDE ŞENGALÊ BIBE’
 
Di berdewamê de Herbo, qala “jinûvea avakirin” û “vegera Şengalê” ya di çarçoveya peymanê de jî kir û wiha pêde çû: “Heta niha ji bo avakirinê kes nehatiye Şengalê. Kes neketiye nav hewldaneke wiha. Dîsa dibêjin ku wê veger çêbibe. Kîjan partî û kesê Êzdîxanê naxwaza êzidî vegerin vir? Me ji bo ku gelê me yê koç kiriye careke din bi awayekî ewle vegere, Şengalê ava bike û û siyaseteke cuda bi rê ve bibe şer kir. Heke em îro wiha nebirêxistin bûna, tişta hat serê Kerkûkê dê bihata serê me jî. Lewre kesên kesên diçin Kerkûk û Şengalê heman kes in. Şengal bajarê parêzgeha Nînovayê ye. Divê parêzgeha Nînovayê vê pirsgirêkê bi hikûmeta navendî re çare bike. Tevlîbûna PDK’ê ya bi serê xwe ne rast e.”
 
PIRSGIRÊKA SIYASÎ
 
Herbo, da zanîn ku li Şengalê pirsgirêka ewlehiyê tuneye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Bi pêkanînên ewlehiyê ev pirsgirêk çareser nabe. Bi rêyên siyasî dikare bê çareserkirin. Derdê we tenê hebûna êzidiyên li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Ji vê saetê şûnde hûn nikarin êzidiyan bêçek bikin û bê parastin bihêlin. Ev ne pêkan e. Cîranên êzidiyan yanî derdora Şengalê tev çekdar in. Em ne li dijî vê ne. Herkes dikare xwe biparêze. Di heman demê de divê êzidî jî karibin xwe biparêzin. Bi xweserbûna Şengalê êrişên heyî û gefên li ser êzidiyan dikarin bi dawî bibin. Di van rojan de wê hêzên navneteweyî careke din êzidiyan li hev bicivînin û bi wan re biaxivin. Heke nêrînên êzidiyên Şengalê li ber çav neyên girtin wê hevdîtin bêencam bi dawî bibin.”
 
 
RAYEYA BIRYARÊ YA NY’YÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Herbo, têkildarî hevdîtina wan a bi heyeta Neteweyên Yekbûyî re ku beriya çend rojan pêk hatibû de jî ev agahî dan: “Daxwaza hevdîtinê ji wan hat. Mijarên berê hatin nîqaşkirin. Plankirin û rayeya biryar girtinê ya nûnerên NY’yê li Iraqê tuneye. Tenê tên guhdarî dikin. Dibêjin ku tiştên em dibêjin rast in û heqîqetê nîşan didin lê bandoreke wan tuneye. Me ji wan xwest ku zêdetir rol bilîzin.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

15/05/2021
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin