Li Efrînê kurdî qedexe ye!

  • rojane
  • 12:23 20 Îlon 2021
  • |
img

EFRÎN - Li Efrînê êrişa dawî ya guhertina demografiya Efrînê qedexekirina zimanê kurdî ye. Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şehbayê Hena Kalo anî ziman ku navên kuçe, kolan û wargehên li bajêr ên bi kurdî hatine guhertin û li bajêr bi darê zorê xelkê fêrî tirkî dikin.

Tirkiye û grûpên bi ser wê ve di sala 2018’an de êrişî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û xistin dorpêçê. Roj bi roj demografiya Efrînê hat guhertin û ev guhertin didome. Dixwazin hemû rê û rêçên kurd û çanda kurdayetiyê were jêbirin. Li Efrînê talan, hilweşandin, qetliam, revandina mirovan, bazirganiya mirovan her roj pêk tê. Tirkiye û grûpên xwe dixwazin Efrînê bêmirov û bêkurd bihêlin. 
 
Her dawî jî li dijî zimanê kurdî yê Efrînê bêtehamûlî pêk tê. Mufredata perwerdehiya bi kurdî ya li dibistanan hat rakirin. 
 
Bi destpêkirina êrişan re beşek mezin a xelkê Efrînê neçar mabûn ku koçî Şehbayê bikin. 
 
Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şehbayê Hena Kalo diyar kir ku şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe bûn, piştî ku erdên wan hatin dagirkirin hatin qetilkirin û talankirin. 
 
Kalo diyar kir ku tecawiz, îşkence û şîdet li Efrînê ku îro di bin dagirkeriyê de ye nehatiye kirin û Tirkiye dijminatiya kurdan dike û li ku derê kurdek hebe ew dibin hedef. Kalo da zanîn ku ziman, çand û erdnîgariya Efrînê tê talankirin û wêrankirin. 
 
Kalo diyar kir ku wan bi Şoreşa Rojava re destkeftiyên mezin bi dest xistine û di nava destkeftiyên wan de tişta ku pêşîn tê perwerdeya bi zimanê kurdî ye û li ser vê bingehê pergala xwe ya perwerdehiyê ava kirine û dibistanan vekirine. 
 
‘BI TANK, TOP Û BOMBEYAN TALAN DIKIN’ 
 
Kalo wiha got: "Zarokên gelê me herikîn dibistanan. Berê, dewleta Sûriyeyê her tim zimanê me qedexe dikir. Rejîma Baas hewl dida me bike ereb. Lê belê, em bi şoreşê re ji vê qonaxê xilas bûn. Em xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin. Me bi pêşengiya hezaran mamosteyan gund û navçeyan dibistan vekirin. Me ne tenê perwerdehî, me lingên din hemû yên pergala xwe ava kir. Vê carê, dewleta tirk li dijî vê yekê derket. Li her deverê bi polîtîkaya talan û wêrankirinê nêzîkî pergala me bû. Di çarçoveya planên xwe yên êrişkar de destkeftiyek kurdan li ku hebû, bi tank, top û balafiran êriş kirin.” 
 
‘KURDÎ HATIYE QEDEXEKIRIN’
 
Kalo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiyê ewilî êrişî qada perwerdehiyê kir û wiha got: “Wan got ku ew ê bi erebî, kurdî û tirkî perwerdeyê bidin. Ev gişt xapandin bû. Li Efrînê di demeke kin da kurdî qedexe bû. Wan tenê bi tirkî û erebî perwerdehiyê da. Tirkî li ser xelkê me yê Efrînê ferz dikin. Navên kuçe, tax, kolan, gund û wargehên Efrînê yên bi kurdî têne guherandin. Bi vî awayî dest bi bernameyên asîmîlasyonê kirine. Bi darê zorê xelkê me yê Efrînê fêrî tirkî dikin.” 
 
‘DIXWAZIN HER DEVERÊ BIKIN TIRKÎ’ 
 
Kalo destnîşan kir ku Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrişên li ser Efrînê didomîne û wiha domand: “Ewilî êrişî dibistanan kirin. Dibistanan bombebaran kirin. Ziman nasnameya gelekî ye. Êrişa li dijî ziman êrişa li dijî hebûna wî gelî ye. Bi vî awayî nêzî me dibin. Zimanê gelekî qedexe dikin û heke zimanê wî gelî bi tunekirinê re rûbirû be, meriv nikare behsa hebûna wî gelî bike. Dixwazin her li devera Efrînê kurdî û kurdan tune bikin û bikin bajarek tirkî û tirkane. Lê divê em polîtîkayên Tirkiyê pûç bikin.” 
 
MA / Nazim Daştan - Leyla Cizirî
 

Sernavên din

11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin