DERSIM - Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya, diyar kir ku li Dersimê herêmên li ber gel hatine "qedexekirin" ji bo nêçirvanan serbest in. Çetînkaya ku nêçirvaniyê wekî "cinayetê" pênase kir, destnîşan kir ku dê bi bertek û têkoşîna gel pêşî li ber nêçirvaniyê bê girtin.
Bi biryara Komîsyona Nêçirvaniyê ya Navendî ya girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanê, serdema nêçirvaniyê ya 2021-2022'yan di 21'ê Tebaxê de dest pê kir. Ji bajarên ku nesîbê xwe ji vê nêçirvaniyê digire jî Dersim e. Komîsyona Nêçirvaniyê ya Bajêr Kûtûdere, Dokûz Kayalar, Arpanos, Herêma Hîranê, Geliyê Înê û Herêma Çemişgezekê jî di nav de 8 dever wekî qadên nêçirvaniyê îlan kirin. Nêzî mehekê ye gelek nêrçivan ji bajarên cuda berê xwe dane Dersimê û heywanên kovî dikujin. Her wiha di 6'ê Mijdarê de nêzî 10 nmêirvan ji Spanyayê hatin Dersimê.
Di lîsteya ku Komîsyona Nêçirvaniyê ya Navendî diyar kiriye de pezkovî tune ne, lê belê di navbera 24-29'ê Mijdarê de nêçirvanan li Geliyê Înê yê Mazgirtê pezkovî kuştin.
Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya, têkildarî liv û tevgera nêçirvanan a li Dersimê û kuştina heywanan de axivî.
KOMKUJÎ
Çetînkaya, diyar kir ku bi biryara Komîsyona Nêçîrvaniyê ya Navendî her sal fealiyetên nêçirvaniyê tên kirin û bi du cureyên nêçirvanan re rû bi rû dimînin; yek jê ên ji bajarên derdorê tên û yên din jî yên ji derveyî welêt. Çetînkaya, bilêv kir ku nêçirvaniyeke din jî ya qaçax e. Çetînkaya, destnîşan kir ku mekanîzmayeke ku nêçirvanan kontrol bike tune ye û got: "Lewma em nizanin nêçirvanên ku tên bi çi qas heywanan dikujin. Nêrçivanê ku kotaya wan dudo ne, ji bernebûna mekanîzmayeke kontrolkirinê dibe gelek heywanan dikuje. Bi vî awyaî komkujiyeke mezin rû dide."
ROLA GEL
Çetînkaya, diyar kir ku ji bo nêçirvanên biyanî yên ji derve tên destûra kuştina nêzî 120 berazî hatiye dayîn û got: "Ev ne hejmareke kêm e. Gava em li ber vê xwe li bêdengiyê deynin, dê berdewam bike. Lewma divê gel rola xwe ya pêşîlêgirtinê bilîze. Divê em mafên xwe yên demokratîk û qanûnî bi kar bînin li hemberî vana têbikoşin. Dewletê mafek daye van, dibêjin, 'hûn nêçirvanên qanûnî ne, destûra we heye.' Ev şerm e. Em li dijî nêçirvaniyê ne û divê bê qedexekirin."
Çetînkaya ku nêçirvaniyê wekî "cinayetê" bi nav kir got: "Divê mirov zirarê nedin giyanewerên xwezayê. Mafê wan jî yê jiyanê heye. Em hikmî her tiştî dikin. Xweza tenê ne ya me ye. Dibêjin 'turîzma nêçirvaniyê, sporanêçirvaniyê, hobî, spora bav û kalan' û wekî tiştekî mecbûrî be didin der."
Çetînkaya, destnîşan kir ku gava mirov li polîtîkayên hikûmeta AKP'ê mêze dike, feraseteke wan a ku nêçirvaniyê qedexe bikin tune ye û got: "Ji lew re polîtîkayên wê yên hawirdorê, aboriyê, madenvanî û daristanê, av û xwezayê hemû şaş in. Em bi madenan tên dorpêçkirin. Dersim, yek ji bajarên sereke yê Tirkiyeyê ku di warê florayê û heywanên kovî de dewlemend e. Lê niha tê xwestin bê tunekirin. Gava ev gelî û robar bên tunekirin dê ev heywan biçin ku derê? Her wiha di bin navê nêçirvaniyê de heywan tên qetilkirin. Ger pêşî li ber neyê girtin, dê Dersim ji bo nêçirvanên xwecihî û biyanî bibe qada mihricanê. Lewma divê em berteka xwe nîşan bidin."
MA / Cengîz Ozbasar